Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî) Geşbîniya Pintagonê, baweriya Başûr)

15:26 - 19 Çirriya pêşîn 2014

Mistefa Hicrî

Pintagonê di raporekê de, ku di van dawiyane de, radestî kongireya Amerîkayê kiriye, ragehandiye ku bizava leşkerî ya Komara Îslamiya Îranê, li çav salên borî guhertin bi ser de hatiye, û Îranê siyaseta xwe ya êrîşkarane guheriye bi siyaseta bergirîkarane. Diyare ku em agehdarî vê yekê nînin ku ew norm û standardên ku nivîskarên raporê di warê çawaniya diyarîkirina siyaseta êrîşkarane, û siyaseta bergirîkarane, û ji hevûdu cudakirina van siyasetan berçav girtine, kîjan in. Vê yekê jî em dizanin ku ew rapor dikarin bibin bingeha biryardanên siyasî û diyarîkirina çawaniya pêwendiyan di gel Komara Îslamiya Îranê. Ku wisa bû bila em çavekî bi ser siyasetên Îranê de, di warê çawaniya serederiya siyasî-leşkerî û çawaniya parvekirina hêzên xwe di herêmê de bigerînin.

1-1 Îran tenê hikûmetek e li herêmê, û renge jî di tewahiya cîhanê de, ku di nav yek qewareyeke siyasî de, du hêzên fermî ên leşkerî hene, ku yek ji wan arteşa Komara Îslamiya Îranê ye, û ya din jî Spaha Pasdaran a Şoreşa Îslamiya Îranê ye.

Vê yekê jî em dizanin ku erkên li ser milên wan organên leşkerî yên rejîmê jî, bi awayê jêr pênase ji wan re hatiye kirin:
Arteşa Komara Îslamiya Îranê: Parêzgarîkirin ji sînorên Îranê di hemberî êrîşa derekî de.

Spaha Pasdaran ya Şoreşa Îslamiya Îranê:
1- Serkuta tevgerên nerazîbûnê yên civtên xelkê di navxwe ya Îranê de.

2- Ragirtina nifûza Îranê li warê leşkerî û siyasî, di nav welatên herêmê, û yên cîran de. Yan bi awayê operasyonên rasterast ên leşkerî, wek li Sûriye û Îraqê, yan jî bi awayê alîkarîkirin û birêvebirina rêkxirawên girêdayî bi Komara Îslamiya Îranê, wekî Hizbullaha Lubnan û Hemas li Xezeyê, yan bi awayê destêwerdan û kontrolkirina ne rasterast ya siyasî ji riya gihandina alîkariyên malî û Îtilaatî, û herwisa handana hesta xelkê û rêkxirawên siyasî li dijî deshilateke taybetî, wek Behrîn û Yemen.

3- Birêvebirina erkeke hevşêwe û hevterîb di gel erkên arteşê, wate her demekê arteş bi qasî hewce di gel siyasetên rejîmê hevaheng nebû, û bi qasî hewce guhdarê van siyasetan nebû.
Hekî em çavên xwe li hemberî erka yekemîn ya Spaha Pasdaran, wate serkutkirina meşên nerazîbûnê yên xelkê medenî û bê berevan li ser hev danên, ku bi hemû xwendinekê siyaseteke êrîşkarane ye, ne siyaseteke bergirîkarane, wek vê mînaka ku di sala 2009’an (1388’an) de, bi awayekî tewaw rêkxistinkirî û berfireh me dît. Erka duyemîn ya Spaha Pasdaran, ku beşa herî zêde ya dem û enirjî û têçûya Spaha Pasdaran jêre tê danîn, nakeve nav çarçoveya siyaseta bergirîkarane de, û bi hemû pêvaneyekê kar û kiryarên Spaha Pasdaran di vê beşê de, di pêxema siyaseta êrîşkarane de ye.

1-2 Komara Îslamiya Îranê bona dabînkirina vê tişta ku bixwe navê tenahiya neteweyî (emniyeta milî) li ser dadinê, û di rastî de ew ye tenahiya sîstema Wilayeta Feqîh e, du bingehan berçav digre, û van her du bingehan jî piraktîze dike.
Lê xala balkêş ev e ku ew bingeh her du jî di pêxema siyaseta êrîşkarane de ne, ne siyaseta bergirîkarane. Em dikarin van bingehan bi vî awyaî şirove bikin:

A- Komara Îslamiya Îranê piştî bidawîhatina şerê Îran û Îraqê heya niha di sînoreke gellek berfirehtir ji sînorê Îranê de, bo cîbicîkirina tenahiya sîstema xwe hewlê dide. Bi gotineke din eniyên berbirûbûna Îranê û hêzên neyar, di sînorên Îranê de nînin, û heya gellek vêdetir ji sînorên Îranê ne. Îran şerê mana xwe li Sûriye û Îraq û Lubnan û Xezeyê de dike, ne li ser sînorên xwe. Heya astekê ku em dikarin bêjin hemû hikûmetek li derveyî sînorên xwe de, ji bo parastina berjewendiyên xwe hewlê dide, ku eva jî tişteke ne asayî nine, û her taybet bi Îranê jî nine, lê nabe ji bîra me here, ku kar û kiryarên Komara Îslamiya Îranê ji asta parastina berjewendiyan derbaz bûye, û gihaye asta destdirêjiyeke eşkere. Dema ku Îran di şerê hikûmeteke weke Beşar Esed di gel opozisyona wî welatî de, bi awayê rasterast hêzên xwe dişîne şer, û çawa di gel opozisyona xwe şer dike, wisa jî berbirûyê opozisyona Sûriyê dibe, dema ku rêkxiraweke siyasî-leşkerî ya ser bi Îranê wekî Hizbullah dewleteke veşartî û na yasayî di nav dewleta yasayî ya Lubnanê de pêk tîne, dema ku Tehran wisa li Bexdayê dike ku heya endamên kabîneyê jî bi bê pirsyrkirina ji wan nehên hilbijartin, dema ku Îran ji bilî vê ku hebûna bi nav dîplomatîk di herêmê de heye, ji xwe re dibîne ku her cure kiryareke terorîstî jî di her ast û qewareyekê de ku bixwe pê baş e bi rêve bibe, vêca kêmek xweşbawerane ye ku siyasetên rejîmê jî wek siyasetek bergirîkarane, ne siyasteke êrîşkarane pênase bikin.

B- Rejîm bi giştî ji mêjdem e ku li ser vê yekê sax bûye ku baştirîn bergirîkirin, êrîşkirin e. Ji me têk neçe ku heya niha Komara Îslamiya Îranê di hemberî Rojava de “bergirî” ji xwe nekiriye, belkû eva Rojava ye ku di hemberî “êrîş”ên tevaliyane yên Îranê de, hewl daye ku zextê bixe ser Îranê, û kêmekê di herêmê de paşekêşeyê pê bike, û eva ku Îran navê “bergirîkirinê” li ser dadinê, di rastî de ew yek stûxwarnebûna di hemberî vê paşekêşe pê kirinê, û pêdagirîkirina li ser êrîşkirin û hatine pêş, û xwesepandinê de ye.
Serbarê vê ku Pintagon û Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîkayê heya îro rojê, siyasetên xwe li ser bingeha êrîşkarbûn û sînorbezîniya Komara Îslamiya Îranê ava kirine, lê em dibînin ku Komara Îslamî çi dike. Gelo bi rastî hekî Amerîka û Rojava siyasetên xwe li ser bê azarbûn û bêzimanî û bergirîkarbûna Îranê ava bikin, rewşa herêm û cîhanmê wê çi jê bê?
2- Mijareke din ku her pêwendiya wê bi siyaseta derve ya Îranê ve heye, bi baweriya me babetek e ku têgihîştin û şirovekirina wê bo wan hêz û aliyên ku pêwendiya wan bi Îranê re heye, gellek giring û çarenûssaz e.

Gellek ji aliyên siyasî yên herêmê, di hinek waran de, di gel “siyaseta alîkariyê, û alîkariya siyasî” ya Komara Îslamiya Îranê berbirû bûne, û bi berçav hewl û mandîbûna dezgehên dîplomasiyê yên Komara Îslmaiya Îranê bo baştirkirina rewşa herêmê bi çavên xwe dîtine, bo mînak Komara Îslamiya Îranê di kêşeyên navxweyî yên hinek ji hêzên Başûrê Kurdistanê de, rola dadweran dilîze, û di navbera Bexda û Herêma Kurdistanê de navbeynkariyê dike, û hewl dide ku girjî û aloziya di navbera wan aliyan de çareser bike. Di kêşeya DAÎŞ’ê de, her wekî birêz serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Îran yekem alî bû ku alîkariya leşkerî û malî ji Hikûmeta Herêmê re şandiye ...”.

Bila em bi belgeyan ve rastiyekê bixin rû, û bi hûrî em vê şirove bikin. Ew siyaseta ku Komara Îslamiya Îranê di vî warî de berçav digre, di formolekirineke hûr de pêk tê ji “Pêngavek bo başkirinê, çend pêngav bo têkdanê”. Ji bîra me neçe ku gur bona vê ku bikare berxekê nêçîr bike, xwe dixe kirasê dayîka berxê de. Gellek xweşbawerî ye, hekî me jêve be ku Komara Îslamiya Îranê di her soz û biryarekê de, wê amade be ku xala dawiyê ya siyasetên xwe eşkere bike.

Komara Îslamiya Îranê bo karên çalakane yên xwe pêwîstiya wê bi rûçikek xêrxwaz û alîkarker û navbeynkar heye, û bê guman di pêxema dirustkirin û nîşandayîna vê rûçikê de kar dike û bacê jêre dide, û xwe jî mandî dike. Lê eva ji bîra me neçe ku dema kesek bo bidestveanîna armancên xwe çend pêngavan diçe pêş, û di dema hewce de pênvagekê bo paşve vedigere, li ser hev bera çûna wî kesî, ber bi pêşve ye, ne ji bo paşve.

Tişteke ecêb û cihê heyrîmanê nine ku hekî Komara Îslamiya Îranê di dirêjahiya van 35 salan de, fêrî rabinûrûniştina dîplomatîk û kiryarên aqilane yên siyasî, yên bi berçav bibe, wek mifahwergirtina ji wan şêwe rabinûrûniştinan bo Komara Îslamiya Îranê -her demekê ku hewcehî pê hebe- karekî gellek hêsan e.

Lê siyasetvan dibe çavên wî/ê li ser naweroka wan çalakiyan be. Bila siyasetvanên Kurd ên Başûr vê yekê bizanin ku yekemîn kesayetiyê Îraqî ku hest bi siyaseta “pêngavek bo baştirkirinê, çend pêngav bo têkdanê”, yên Komara Îslamiya Îranê di Îraqê de kir, Muqteda Sedrê Şîe yê hevalbendê Komara Îslamiya Îranê bû. Sedr ku di destpêkê de, baweriyeke bi hêz bi vê hebû ku Komara Îslamiya Îranê heya hekî xêrxwazê ti aliyekî Îraqî jî nebe, aliyê kêm dilsoz û xemxorê aliyên Şîe yên Îraqê ye, piştî vê ku destê Îranê di van teror û teqînên ku rasterast Şîe dikirin armanc, eşkere bû, wî karî bi zelalî destê gur û destê dayîkê, ji hevdu cuda bike, û bizane ku Îran di gel kêmek mandîbûna bo berjewendiyên Şîeyan, çend qat zêdetir ji bo têkdana aramî û tenahiya sîstema taze avabûyî di Îraqê de hewlê dide, û di vê hewldana çend qatî de, Şîe û Sunî û Kurd ji bo wî ti ferq nakin.

Rast e ku nezm û serûberiya ji nû ve avabûyî di welatekî wek Îraqê de, heya radeyekê bi qazanca Komara Îslamî ye, û qazanca wê jî serdestiya Şîeyan di welatekî de ye ku pêştir wan derfeta siyasetkirinê tunebûn, û ecên nine ku Îran heya vê astê jî ji derfetê mifahê wergire, lê ji bîra me neçe ku cihgirtina tenahiyeke tewaw eyar di Îraqê de, bi çend sedeman ji bo Îranê rewşeke ne baş û heya kujer e.

Ya yekemîn: Bingeha vê nezma siyasî ya niha ya Îraqê, ji aliyê Amerîkayê ve, û bi êrîşa leşkerî bo ser rejîma Be’s û herifandina vê rejîmê hatiye avakirin. Berdewamiya vê nezmê, tê wateya serkevtina pirojeya leşkerî ya Amerîkayê di warê êrîşkirina li ser welatekî herêmê û herifandina rejîma wê.

Îran berevajî, hindî ku bikare, hewl dide û dixwaze ku hem siyasetvanên cîhanê, û hem jî bîr û raya giştî ya xelkê cîhanê ji vê bîrokeyê dûr bike, ku êrîşeke bi vî rengî dikare modêleke hêsan û bê jane ser be, ji bo guherîna hikûmeteke ne dilxwaz. Ku wisa bû heya wê cihê ku serweriya hêza Şîe ya alîgirê Îran di Îraqê de hebe, Komara Îslamiya Îranê, “siyaseta alîkariyê û alîkariya siyasî”, di gel hêzên Îraqî berçav digre, lê çend qat zêdetir hewl dide ku nehêle arîşe û astengiyên bingehîn yên siyasî di Îraqê de bi dawî bihên, û sîstema federalî ya Îraqê bibe sîstemeke cihgirtî, û wek modelek serkevtî di herêmê de bê xûyakirin.

Vêca di nav vê aloziyê de, wê hemû aliyên Şîe û Kurd qurbaniyan bidin. Agir demekê xweş û geştir dibe ku hemû aliyek neçar bin ku agir geştir bikin.

Ya duyemîn: Niha ku welatên wekî Sûriye û Îraqê, di nav agirê şerekeî herêmî de dişewitin, welatên mezinhêz her çavê wan li ser van herêman e, û ew hêzên mezin dest nakin bi wşandina derbên leşkerî li Îranê.

Komara Îslamiya Îranê baş ji vê rastiyê tê gihîştiye ku heya beşeke zaf giring ji dem û sermaye û çalakiya welatên mezin mijûlî kêşeyên weke Îraq û Sûriye û Felestînê be, “li ser maseyê bûna vebijêrka leşkerî li dijî Îranê” ji bilî bilûfeke siyasî ya bê nawerok ti tişteke din nine.

Berevajî hindî ku aramiya siyasî û aştiya di navbera aliyan di welatên herêmê de kûrtir û berfirehtir be, egera bikaranîna vebijêrka leşkerî zêdetir dibe.

Îran hem derfetê bo welatên mezinhêz pêk nahîne, û hem jî “nî’met”a bê tewawbûn ya şer û ne tenahiya herêmî ji dest nade.

Niha em dizanin dema ku “Ta’ib” dibêje ku Sûriye ji bo me ji Xûzistanê meztir e, armanca wî çi ye. Îran heya wê demê ku di sînorên Xûzistanê de şer dikir, ji mana xwe û hikûmeta xwe ditirsiya, lê niha ku ji sînorên Sûriyê de şer dike, û rewşa Îraqê aloz dibîne, eva carê balgiyê xatircemiyê daniye ber serê xwe.

Dema ku Komara Îslamiya Îranê bi vî rengî danûstandinê bi Kurdên Îraqê re dike, Kurdên başûr bila baştir ji vê yekê tê bigihîjin.

Em heya vê astê rastbîn in ku bêjin Kurdên başûr mafê wan e ku bi welatên cîran re, û heya bi Komara Îslamiya Îranê re jî, pêwendiyên dîoplomatîk hebin ku mifahê ji wan pêwendiyan wergire, lê du xal nabe ji bîra me herin:

1- PDKÎ ji kongireya sêyemîn vêdetir ew siyaseta rast û dirust berçav girtiye ku pêwendiya di gel hikûmeteke dijî Kurd ya parçeyekê, nabe li ser hisaba Kurdên wê parçeyê be. Ew siyaseta hejiyê vê yekê ye ku bibe modelek ji bo hemû partiyên siyasî di hemû parçeyan de, bona çawaniya pêwendî sazkirinê di gel hikûmetên nawendî.

Hekî rojekê partiyên kurdistanî li ser stratejiyeke hevpar ya neteweyî pêk hatin, bê guman ew xala yek ji binemayên vê stratejiyê dibe û PDKÎ şanaziyê bi vê dike ku di teoriyê de dahênerê vê pirensîpê bûye, û bi kiryar jî pêrewî ji vê pirensîpê kiriye.

2- Bila aliyên siyasî yên başûr li raftera di gel Komara Îslamiya Îranê de, çi nebe bi qasî Muqteda Sedir hajê destê asinîn yê Komara Îslamî di nav lepikên mexmer de hebin.

Tebaxa 2014’an