Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Kurdistana rojhilat, amadeyhiya serhildanê heye

19:15 - 21 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Bûyerên niha yên di deverê de, wisa nîşan didin ku rengê despêkirina şer heye û partiyên opozîsiyon yên Kurdistana Îranê jî, berfirehtir xebat dikin.

Mistefa Hicrî, Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ, di gotûbêja di gel kanala “Dengê Amerîkayê”, derheq dawîn bûyerên deverê bas ji vê kir ku, bizav û helwêst wisa nîşan didin ku rengê despêkirina şer di deverê de heye.

Hicrî di vê gotûbêja xwe de bas ji hindê kir ku, dewleta Amerîka, bi taybet “Trump” û rêberê rêjîma Îranê, Elî Xamne`î, ragihandibûn ku naxwazin şer bikin; lê, meydan bo şer heye.

Navbirî di bersiva wê pirsa ku Amerîkayê hemû hewlên wê eve ku Îran reftarên xwe biguher e, gelo ma Îran reftarên xwe diguhere? basa wê kir: Ewa ku me heya niha li Îranê dîtiye, belê Îran reftarên xwe di jêr gef û metirsiyan de diguhere, dema tirs ji guhirîna hikûmetê tê gorê û hekî bizanbin hikûmeta wan ber bi herifînê, zû diçine ser maseya gotûbêj, di lihevkirina Bercamê de, ev rêjîm piştî 10 salan ji baykutên aborî, asta aboriya Îranê gihandiye niqta sifir, û Îranê jî, serê xwe ber mercên Ewropayê çemand.

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, di vê gotûbêjê de bas ji hindê dike ku: Hemû hewlên me tev opozîsiyona Îranê ewa ye ku, rewşa bi hevhatin û ji hev nêzîk bûnê bigirine pêş xwe. Hevdem opozîsiyoneke bêserûbere û programek xûya nîne û ev jî bûye sedema nerazîbûnên xelkê, ku, nekarîne bikevine qalibeke rêxistîtir de.

Hicrî di vê gotûbêjê de bas kiriye, me di sala 1395`an de, xebatek nû bi navê Rasan ku çend alî û çend qonaxe, li Kurdistana Îranê destpê kiriye û piştre me tev partiyên Kurdistana Îranê, navenda alîkariyê pêk aniye û xebat kirin li dijî rejîma Îranê.

Her di vê derheqê de ku Kurd li Kurdistana Îranê di astekê de ye ku, amadeyê serhildanê ye, bas ji vê yekê kir ku, Kurdistana Rojhilat pitir ji parçên din, amadehî bo serhildanê heye û niha jî amadebûneke zêdetir heye, ew jî weke deb û nerîtên me yên dîrokî hemû demên partiyên opozîsiyonê xebata hebûye, xelk jî siyasîtir û rêxiravtire, û ji ber vê yekê jî, xelk amadehyeke pitir heye bo serhildanê û rêjîma Îranê jî vê rastiyê dizane ku Kurdistan amadeye bo serhildanê.

Di dawiya gotûbêjê de, di bersiva vê pirsa ku peyama ve bo kirêgirtiyan ku li dijî ve şer dikin çiye: Hicrî bas ji vê kir, me berê jî peyam ji wan welatiyan re daye, ku niha rêjîma Îranê ber bi herifînê diçe, pişta rêjîmê berdin û çeka wan danên erdê.