Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Me bawerî bi hişyarî û têgehîştina xebatkarên Hizba demokrat heye

21:00 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2012

Roja înê, 9’ê Pûşpera 1391 a rojî, bi boneya tevlîbûna hejmarek ji xebatkarên berê ên PDKÎ bi refên Partiyê ve, rê û resmek li binkeya deftera Siyasî a Partiyê de birêve çû. Têde Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî ê PDKÎ peyamek bi vê boneyê ve pêşkêş kir ku em deqa axaftina wî li jêr de dixin ber çavên we xwendevanan.
Em îro vira lihevciviyane ji bo rêzgirtin û pêşwazîkirin ji komek li heval û hevçeperên xwe ku heyamekî dûr û dirêj bû ku em li hev veqetiyabûn û îro bi hinceta yekgirtina refên hizbê me ev korbende lidar xistiye. Em pir keyfxweş in ku car din hevalên xwe di nava refên hizbê de dibînin.
Dema nizîk bi 6 salan berî niha komek ji hevalên me ji me veqetiyan, dilgiraniyek mezin netenê kadir û pêşmerge û endamên hizbê, belkî tev civaka xelkê Kurdistana Îranê û hemû dilsozên netewa me û dost û alîgirên me xembar kir.
Xelkê Kurdistanê di wê bûyera nexweş de hem xeyidî bûn û hem jî nîgeran bûn. Xeyidîbûn ji ber wê yekê ku di demekê de ku tev xelkê Kurdistanê bi sehkirin bi berpirsatiya dîrokî a xwe daxwaza yekrêzî û jihev nizîkbûna tev hêzên Kurdî bo berengarbûn tevî rejîma Komara Îslamî a Îranê dengê xwe bilind kiribûn, komek ji hevalên me di PDKÎ ê de refên xwe cuda kirin, dilgiran bûn ji vê ku paşeroja hizba Demokrat yê çilê bêt. Bêhêvîbûn û xemsarî tev xelkê kurdistanê dagirt û bitaybetî Komara Îslamî û kirêgirtiyên wê bi hêviya fatîheya dawî a PDKÎ, tovê bêhêvitiyê di dilê xelkê de diçandin û xelkê Kurdistanê berbi teslîm bûn bi deshilata Komara Îslamî rapêç dikirin.
Di vê demê de bû ku xelkê azadîxwaz yên Kurdistanê bi seha şoreşvanî û dilsozîkirin bo xebat û hizba xwe, kom bi kom û tak ji takli tev tex û qatên civakê dihatine cem me û daxwaz dikirin ku û netifaqî û cudahî li nava me de nemîne û hêzên xwe hevgirtîtir bikin û tehemula hev bikin û hemî bi hev re xebata xwe ber bi pêşve bibin.
Lê mixabin hemû ew dilsoziyane bo hizba demokrat û tevgera rizgarîxwaz a Kurd bêencam bûn, ji berku pîlandarêjerên wê cudabûnê û biryarderên wê piroseyê biryara xwe dabûn, lê her wek me texmîn dikir bi hegerên zaf ku lêre cihê basê nine ji wê demê ve heya niha ew hevalên ku cuda bûne, pasaw û tewcîhatên zaf kirin bo cudabûna xwe, bo têkdana refên hizba Demokrat, lê li vê demê ve heya niha xelkê Kurdistanê ew gotnên wan qebûl nekirine, lewma her piştî cudabûnê daxwaza yekrêzî û lihevnizîkbûnê kirin.
Em weke PDKÎ bi berçavgirtina daxwazên xelkê û hurmetdanîn bo hizr û nêrînên wan û hest kirin bi wê rastiya han ku yekrêzî xebata netewa me baştir berbipêşve dibe û di vê rewş û zirûfê de ku berengarî guhartinên zaf in û bo vê hindê ku hez û daxwazên xelkê piraktîze bikin, ewa bû ku di peyama newrozî û roja şehîdên Kurdistanê û di hevpeyvînek xwe bi Tîşkê re min daxwaza yekrêziyê kir û bi dil ve pêşwaziya vê hindê kir ku hevalên me tevî PDKÎ hev bigirin bo vê hindê ku em bikarin bi hev re kongireya xwe a 15 birêve bibin.
Keyfxwaş im ku niha piştî wan hewlane hejmarek ji hevalên xebatkar ku hêviya serkevtin û dirêjîdana xebatê herwisan di mejî û îradeya wan de zindî ye, bi tehemulkirina qise û qiselokan û zext û givaşên zor, ew rêçkeye şikandin û rê xweş kirin ji bo nizîkbûn û hevgirtin û karê hevpar di çepera PDKÎ ê de, hembêza vekirî a PDKÎ û îradeya qahîm a wan hevalên me û teslîmnebûn û tehemulkirina wan li hember wan êrîş û kompiloyan de, ew civîn bo me lidarxist û ew encame kire destkevtek bo hizba demokrat û netewa me.
Lewma ez li vir bi hewce dizanim ku spas û pêzanînên xwe pêşkeşî wan hevalên me bikim ku bi hûrbînî û bi sehkirin bi wê rastiyê li hember netewa me, hêzên xwe tevlî hêza PDKÎ kirine, çunkî me hewcehî bi hêz û pitansiyela ektîv a mirovî heye.
Hevalno! ew cemeda ku we şikand, rêçkeyeke ku em li vê baweriyê de ne ku qut nabe û PDKÎ yê xelkê dinê ji hevalên we û hevalên xweştevî yên me ku ji me dûr in li hembêz bigire, me bawerî bi hişyarî û zanebûna xebatkarên demokrat heye, bi vê hincetê pîrozbahiyê ji we dikim bo îradeya we ya bilind di pêxema qazanc û berjewendiya neteweyî de û her jiniha de ji we re dibêjim ku hûn weke hemî endamên PDKÎ ji tev ew erk û mafane de pişikdar dibin ku di hizba demokrat pêka yasa yê birêve diçin.
Ez arxayim û xatircem im ku kit kitê endamên hizbê rêz ji cesaret û pêngavên mezine we digrin. Rêyek dûr û dirêj pêşiya me ye, Komara Îslamî vê gavê li serkar e û asteng û girêpêçkên zaf li ser rêya xebata netewa me hene.
Ez car din gazî ji tev wan hevalan dikim ku bi vê qenaetê gihiştine ku dikarin li refên PDKÎ de mil bi milê hevalên xwe rêya xebatê bidomînin, hembêza me bo wan vekirî ye.
Her di vê derheqê de pîrozbahî û sipasiyê ji xelkê Kurdistanê dikim, jiberku em haydar in ku di vê roja ku hevalên rêzdar yên me daxuyaniya tevlîbûna xwe bi PDKÎ ragehandine û deftera siyasî jî di daxuyaniyekê de pêşwazî jê kir, keyf û şahî di dilê xelkê de digere, sipasiya wan dikim ku hertim handerê me bûn û piştgîriya me bûm ji bo yekrêzî û dûrketin ji netifaqiyê.
Herwisan hewce ye ku li vir bas bikim çimku renge hûn nezanin, lê hejmarek ji ronakbîrên hişyar û derwest di nava Kurdistanê û vira, gelek ji bi encam gehandina wê piroseyê mandî bûn. Herçend ewa erkê tev ronakhizran ye ku di rêya yekrêziya netewa xwe de kar bikin û bixebitin, lê seha erkdarbûna wan hevalan cihê rêz û pêzanînê ye.
Em hêvîdar in ku hejmara wan zor bît û di kar û xebatên xwe de serkevtî bin û herwisan ji bo yekrêziya netewa kurd û xebatkarên kurd de gavên micidtr bavêjin bo vê yekê ku hemî bihev re bo rizgariya netewa xwe bixebitin.
Sipas û pîrozbahî bo we kadir û pêşmerge û tev endamên hizbê ku dizanim hemî aliyek we ji biencam gehîştina vê piroseyê zor keyfxweş in û em çavnihêr in ku di paşerojê de şahidê vê yekê bîn ku car din xebatkarên demokrat yên ku hêz û şiyana xebatê li wan de maye, tevlî refên PDKÎ bibin.
Zor sipasiya we dikim û her serkevtî bin.