Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî peyamek rû li kirêgirtî û mohreyên girêdayî rejîmê belav kir

10:11 - 17 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ di peyamekê de, ji kirêgirtî û endamên Kurd yên Spaha Pasdaran daxwaz kir, da ku vegerin himbêza gel, û êdî xizmeta rejîmê nekin.

Deqa peyamê wiha ye:

Her çawa ku hûn agehdar in, Amerîkayê, “Spaha Pasdaran a Şoreşa Îslamî” wekî saziyeke terorîstî daye naskirin, û ji niha şûnda wekî terorîst wê digel wan reftarê bike. Ew pêngava Amerîkayê wisa xuya ye ku di destpêkê de tenê ji aliyê wî welatî ve bê cîbicîkirin. Lê bi sebeba pêgeha Amerîkayê di nav siyasetên navneteweyî û aborî ya cîhanê de, wisa tê xuyakirin ku, di dawiyê de Ewropa û welatên din yên cîhanê jî tevlî vê biryarê bin û wekî alîkarîkirin digel Amerîkayê beşên serekî yên Spaha Pasdaran bixin nav rêzbenda terorê de.

Sebeba vê ku di vê demê de ez rû li xelkê Kurdistanê dikim, ji ber vê yekê ye ku em hewlên xwe bixin ger, da ku hemû ew Kurdên ku bi her awayî alîkariya hêzên serkutkar yên rejîma Komara Îslamî bûne, wate endamên Kurd yên Spahê, ji vê saziya terorîstî dûr bixînin. Ev jî vedigere ser hest bi berpirsayetîkirina PDKÎ li hemberî hemû takên Kurd di Kurdistana Îranê de. Em wekî Kurd li cîhanê û bitaybet di Rojhilata Navîn de, wekî hêzeke rizgarîxwaz, azadîxwaz û li dijî terorê hatine naskirin, her bi vê sebebê ye jî, hebûna endamên Kurd di nav refên Spahê de, dikare bandoreke xirab li ser rûmet û rûçikê neteweya me hebe.

Ji aliyekî din ve jî, reftarên Komara Îslamî bûye sebeba vê ku ev rejîma wekî metirsiyekê bo cîhanî bê hesabkirin, û pêşeroja wê, çi ji aliyê xelkê Îranê, û çi jî ji aliyê civaka cîhanî ve tarî be, û ber bi jinavçûnê ve biçe. Lê ji navçûna Komara Îslamî jî dibe destpêkek micid bo lêpirsîna ên ku endam û parêzerên vê rejîmê û bitaybetî alîkarê Spaha Pasdaran bûne.

Eva tê vê wateyê ku, Spah û tayên wê yên wekî, “El-Qa`îde”, “DAÎŞ” û herwisa saziyên cuda yên terorîstî, serederî digel wan bê kirin, yan jî rûbirûyê lêpirsînê bibin, û di tu cihekî cîhanê de, ciheke ewleh bo wan nemîne, her bi vê sebebê ye jî ku di rewşeke wisa de, eva ku çavnêhêriya endamên Spahê dike, tenê girtîgeh, koçberbûn, jinavçûn û lêpirsîn di dadgehên dijî teror û komkujiyan de ye.

Her ji vir ve, li ser navê PDKÎ ez careke din rûyê axavtina xwe didim hemû wan kesan, bi taybet endamên Spaha Pasdaran yên Kurd ku li her cihekî bin, vegerin himbêza gel û nîştiman, heya ku dereng nebûye, xwe ji tawanên ji niha şûnda yên Spaha Pasdaran dûr bixin.

Partiya Demokrat li ser bingeha bihêzkirin, qahîmkirin û parastina kirameta mirovî a Kurd û xebat bo mafên  wê ên neteweyî hatiye avakirin, û di vê biyavê de siyasetê dike. Her bi vê sebebê ye jî ku naxwaze di siberojê de, takên Kurd bi navê terorîst bêne kelepçekirin, yan jî berbirûyê dadgehên dijîmirovî bibin, çi li Kurdistanê û çi jî di cîhanê de.

Hewce ye ên ku heya îro bi her hincetekê endamê Spaha Pasdaran bûne, vê bangewaza Partiya Demokrat micid werbigrin, çimkû piştre êdî tu kesek nikare ji bo kiryarên terorîstan û xulamokên wan, hêcetan bîne.

Komara Îslamî di heyama 40 sal temenê xwe de, hewl daye ku hindek Kurdên bênefs, wekî Caşpasdar, Besîc û …hwd di Rojhilata Kurdistanê de birêkxistin bike. Lê, hekî ew kesane heya duh jî wekî alîkarê Komara Îslamî dihatin hesabkirin, lê ji îro şûnda wekî terorîst têne naskirin, û wekî terorîstan wê serederî digel wan bê kirin, lewra eva dawî hişdarî ye bo wan Kurdan.

Di vir de careke din jî em dibêjin, ku me xeyrî Komara Îslamî tu dijmineke din tuneye. Di vê demê de, û di pêşerojê de jî, em naxwazin tu Kurdek wekî terorîst serederî digel de bê kirin. Her bi vê sedemê jî em daxwazê dikin û çavnihêriya me ev e ku ev kesane, heya ku dereng nebûye, li endambûna hemû dezgehên serkutkar yên rejîmê bitaybet Spaha Pasdaran dûr bikevin, û hekî heya duh bi her sedemekê endamê wan dezgeh û navendan bûne, lê ji vir şûnda tu hincetek nemaye, çimkû tawana endambûn di saziyeke terorîstî de, bi tu hincetekê nahê pînekirin.

Mistefa Hicrî

27`ê Xakelêweya 2719`an Kurdî

16`ê Nîsana 2019`an Zayînî