Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Qirare di demeke kin de rûniştina me ya her du aliyan hebe

12:34 - 22 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, Mistefa Hicrî li gel TISHK TV hevpeyvîn kir.
Çend roj berî niha TISHK TV li derheq hinek pirsên girîng yên rojeva Îran û Kurdistanê, û bi taybetî li derheq pirsa navikî ya Îranê, û pirsa gotûbêjên di navbera PDKÎ û hevalên cudabûyî ji vê partiyê, gotûbêjek bi Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ re pêk anî, ku me bi hewce zanî beşek ji vê gotûbêjê di rojnameya Agirî de bilav bikin.
beşek ji deqa gotûbêjê bi vî awayê ye:


Pirs: Heyamek e ku em dibînin çemk ya gotarek di nav hinek ji partiyên rojhilat de serî hildaye bi navê Rojhilat tewerî” yan “Kongireya Rojhilat”. Gelo raya PDKÎ di vê derheqê de çiye?


Bersiv: Hekî tu boçûna PDKÎ bizanî, boçûna PDKÎ gellek zelal e. Navê me PDKÎ ye. Heya niha jî em li ser vê siyasetê diçin pêş. Wate hemû tekoşîna me pêwendiya wê, bi Kurdistana Îranê ve heye, ku eva siyaseta me ye, û niha jî ez bawer im ku hemû kar û tekoşîna me pêwenbdiya wê bi Kurdistana Rojhilat ve heye, lê di rastî de eva nayê vê wateyê ku em li derheq wan bûyeran ku di beşên din ên Kurdistanê de rû didin, bê helwest bin.

Em wekî hêzeke neteweyî li derheq her bûyerekê ku di beşên din ên Kurdistanê de rû didin, boçûn û helwesta siyasî ya xwe eşkere dikin.

Lê nêzîk bi heşt salan berî niha ew hevalên ku ji PDKÎ cuda bûn, wan peyva “Îran”ê ji navê partiya xwe jê birin, û arma partiya xwe kirin “çar çiya”, di cihê “yek çiyayî” de, ku di nav arma me de heye.

Wan xwast ku wisa nîşan bidin, ku ew neteweyîtir in, û kar û tekoşîna wan di çarçoveya hemû perçeyên Kurdistanê de ye, lê niha bi her sedemekê ve be, wisa diyar e, ku ew gihane vê qenaetê ku ew siyaset, siyaseteke serkevtî nebûye, û di rastî de niha vegeriyane ser vê siyasetê û kar û çalakiyên wan dibe di çarçoveya Kurdistana Îranê de be. Em vê helwesta wan bi helwesteke baş dizanin, û pêşwaziyê jê dikin. Em bawer in ku ew gihane encameke rast û dirust.

Lê ew guherîna siyasetê li derheq vê pirsê de, ku wan çar çiya di arma xwe de bi cih kirine, ku armanca wan çar perçeyên Kurdistanê ye, û peyva “Îranê” jî ji navê xwe veqetandine, digel siyaseta wan ya niha yek nagire.

Vêca ew bi xwe vê netebahiyê çawan cî bi cî dikin, eva pêwendî bi wan bi xwe ve heye. Lê her çi be, eva guhertineke erênî ye di siyaseta wan de.
Pirs: Di heman demê de, aliyekî din jî bas ji “Rojhilat tewerî”, yan “Kongireya rojhilat” dike. Qest û niyet ji “Kongireya rojhilat” çiye. Yan boçûna we li ser vê yekê çiye? Hûn çawa pêşwaziyê ji vê yekê dikin?

Bersiv: Ev yek ji aliyê Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ve kete ber bas, diyar e ku heyamekî berî niha ku em mêhvanê wan bûn, me boçûna xwe bi kurtî ji wna re bas kir, û piştre wan nameyek ji me re şand, û daxwaz ji me kirin ku em boçûna xwe li ser vê pirsê eşkere bikin, û amadekariyan bikin, bona vê ku em bi hev re bikarin “Kongireya rojhilat” pêk bînin.

Me bersiv da, û me got ku her yekgirtinek karekî pîroz e, û dibe kar li ser bihê kirin, û ew bi xwe jî dizanin ku me gellek hewl daye ku bereyek di navbera opozisyona Kurd ya Îranî de pêk bê.

Lê hinek kêşeyên rêkxistinî bûne astengî li ser vê riyê. Yek ji wan astengiyan ew e ku veqetiyanek di nav hevalên Komelê de çêbû, herwisa di nav PDKÎ de jî veqetiyanek çêbû.

Ew hemû astengî ne, li ser riya yekgirtinê. Lewra bi baweriya me berî vê ku bas ji kongireyeke bi vî rengî bê kirin, hewce ye ku pirsa wan veqetiyanan, ku bûne sedema wê ku hinek alî nekarin bi hev re bicivin, bêne çareserkirin. Lewra serbarê vê ku baskirin ji “Kongireya rojhilat” wekî îde baş e, lê carê ew yek nikare pêk bê.
Pirs: We kerem kir, ku veqetiyan di nav partiyên Kurdistana Rojhilat de pêk hatiye, li derheq PDKÎ û pirsa yekgirtinê di gel hevalên cudabûyî ji PDKÎ, niha em dibînin ku di torên civakî de, berdewam bas ji yekgirtina hizbê, û pêkanîna partiya demokrat yayekgirtî dikin, li vê derheqê de, em dixwazin bizanin ku gelo ew pirsa gihaye kuderê?

Bersiv: Gellek caran me bas kiriye, û dîsan jî ducarî dikim ku me wekî PDKÎ biryara kongireya xwe heye, ku hewlê bidin ji bo yekgirtina di gel wan hevalên ku ji PDKÎ cuda bûne.

Civînên Komîteya Nawendî jî heya niha pêdagirî li ser vê biryarê kirine. Em biryarên organên serê cî bi cî dikin.

Li vê derheqê de, ji mêjve ye ku em mijîlî gotûbêjan bi wan re ne. Niha em dixwazin ku di demeke nêzîk de, civîna Deftera Siyasî ya herdu aliyan bigrin. Ez û birêz Xalid Ezîzî jî emê tê de beşdar bin, da ku li ser astengiyên li ser riya yekgirtinê behs û gengeşê bikin.

Em hinek çûne pêş, û niha şûnda jî emê gotûbêjan bidomînin, lê ew pirsa nikare bilez û bi pêkanîna kempeynan cî bi cî bibe.

Yên ku di kempeynê de jî beşdar in, her kes bin, hez ji yekgirtina Kurd û Partiya Demokrat dikin.

Em jî wekî wî xelkî ji vê yekê hez dikin, ji ber ku berpirsayetî li ser milên me heye, lê hinek hûrgiliyên wê jî hebin, ku xelk agehdarî wan nebe. Lê em ji aliyê xwe ve dixwazin ku vê pirsê çareser bikin. Em hêvîdar in ku em bigihîjin encamekê ku hemû xelk pê dilxweş bin.

Pirs: Ew îrade û hezkirin çiqas bihêz e, di nav aliyê din de, yan eslen tu hewleke dilxweşker bo endamên malbata mezin ya Demokrat, yan dilsozên yekîtiya di navbera herdu aliyan de heye?

Bersiv: Ya ku li ser wan hevalan dikarim bas bikim, bi baweriya min, ew jî dixwazin ku pêngavan hilgirin di vî warî de, û di gotûbêjan de dibe herdu alî ji hinek xwestekên xwe bêne xwar, da ku bigihîjin encamê.

Hekî her aliyek li ser daxwaziyên xwe pêdagir be, bê guman tu gotûbêjek nagihîje encamê, em bi berçavgirtina vê rastiyê ketin nav wan gotûbêjan de.

Bi baweriya min hekî em li ser pirsên sereke li hev bikin, ku ez hêvîdar im ku em bikarin li hev bikin, wê demê emê riyên eqlanî ji bo pirsên din jî bibînin.

Pirsyar: Pirseke din li derheq pirsa Kurd bi giştî ezê li cenabê we bikim, ku ew jî pêwendiya wê bi başûra Kurdistanê ve heye.

Heyamek e ku em dibînin ku di ragehandinên Kurdî de bas ji siberoja parêzgehên Herêma Kurdistanê tê kirin, ku dibe bibin kanton. Wate ew mînaka ku di rojavaya Kurdistanê de heye.

Heya bas ji Şingalê, û heya rdeyekê jî Kerkûk, Silêmanî û Qendîlê tê kirin, gelo helwesta PDKÎ di vê derheqê de çiye?


Bersiv: Di rastî de helwesta me vedigere ser navê PDKÎ, û çalakî û tekoşîna me di Kurdistanê de, wate di vê beşa ku xelkê me li wir e.

Bi baweriya me xelkê her beşek ji Kurdistanê, rêkxirawên siyasî yên her beşek ji Kurdistanê, erka li ser milên wan e, ku di çarçoveya wê para ku tê de dijîn, kar û tekoşna xwe bidomînin, bona vê ku bikarin di bin barê zulm û zor û stemê de derkevin.

Em vê siyasetê bi rast û dirust dizanin û em li ser vê baweriyê ne ku her beşek ji Kurdistanê dibe ji bo rizgariya xwe tekoşînê bike.

Di heman demê de, em li ser vê baweriyê ne ku Kurdistan yek welat e, Kurd yek netewe ye, hekî her beşek ji Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji me kir, em amade ne ku alîkariya wan bikin. Alîkariya bi vî rengî ku li ser bingeha daxwaziya xelk yan partiyên siyasî di her beşeke Kurdistanê de be.

Em dibe di hemû beşên Kurdistanê de alîkariya hevûdu bikin, bêy vê ku em destêwerdanê di nav karûbarên yektir de bikin.

Bi baweriya min ew siyaseta ye ku dikare xizmetê bi doza neteweya Kurd bike di hemû beşên Kurdistanê de.

Ez hêvîdar im ku ew nûçeya ku bilav bûye, siyaseta giştî ya partiyekê nebe, lê hekî ew yek rast be, ez bi zirara Kurd dizanim, ne tenê di Kurdistana Başûr de, belku di hemû beşên Kurdistanê de, ku aliyek bikare biryarê li ser qedera beşên din yên Kurdistanê bide.

Ez vê yekê ne di warê siyasî de, û ne jî di warê eqlanî de, bi rast nizanim. Dibe her beşek ji Kurdistanê, bi xwe çalakiyên xwe bike, bi taybetî li derheq başûra Kurdistanê de, ku niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rewşeke hestiyar de ye, niha li dijî dijminekî wekî DAÎŞ’ê şer dikin, û kêşeyên wan yên aborî hene.

Em hemû dibe hewl bidin ku ne tenê her astengiyan bo wan pêk nehînin, belkû em dibe alîkarê wan bin, û astengiyên li ser riya wan kêm bikin.

Pirs: Dawî axivtina we?

Bersiv: Dawî axivtina min ew e ku ez hêvî bikim, ku ew astengiyên ku di navbera partî û aliyên Kurdî di hemû beşên Kurdistanê de hene nemînin. Ji ber ku wan astengiyan bandora nerênî kiriye ser ber bi pêşveçûna karên hemû beşên Kurdistanê.

Di vê qonaxa hestiyar de ku em tê de dijîn, her aliyek bi awayekî digel astengî û arîşeyên beşa xwe de ber bi rû ye, û hewce ye ku em hemû aliyek bi hesteke nîştimanperwerî û neteweyî alîkarê hevûdu bin, ku di rastî de ew yek alîkarîkirina bi me bi xwe ye.

H: Selîm Zencîrî