Kurdistanmedia: Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ serdana kesayetiyê navûdeng mamoste Kerîm Ehmed kir.
Roja Yekşemî 29`ê Îlonê heyeteke PDKÎ, bi serperestiya “Mistefa Hicrî”, Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ serdana mamoste Kerîm Ehmed sekreterê berê yê Partiya Şiyû`î a Kurdistanê û kesayetiyê navûdeng ê gelê Kurd kir.
Di vê hevdîtinê de, “Hicrî” tevî pirsîna rewşa tendrustiya mamoste Kerîm Ehmed , bi hilkefta koça dawiyê ya xwedêjêrazî “Beyan” keçika mamoste Kerîm Ehmed, sersaxî gotê û xwe hevparê wê xem a van zanîn.
Her di vê pêwendiyê de, mamoste Kerîm tevî spas kirinê, ji “Mistefa Hicrî” re hêviya tendrûstiyê xwast û ragihand ku dostayetiya nêzîk ya digel PDKÎ bo me hemyan cihê serbilindî û şanzaiyê ye.