Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Xelkê Kurdistana Îranê û PDKÎ pilan hene ku xebata xwe mil bi milê xebata seraserî li Îranê li dijî Komara Îslamî bihêztir û cemawerîtir bikin

12:14 - 14 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ di Şêvra Pêwendiyên Derve ên Amerîkayê de gotarek pêşkêş kir, û di axavtina xwe de bas ji rewşa Kurdistana Rojhilat û siyasetên rejîma Îranê derheq Kurdistanê kir.

 Deqa gotarê weha ye:

Bi sedema taybetmendiyên navendîtî û rola diyar û yekalîker ya îdeolojiya wê, rejîma Komara Îslamî ya Îranê hewl daye, ku nasnameya siyasî, û bingehên fikrîên xwe li dijî nasnameyên din pênase bike. Yasaya bingehîn ya Îranê pêkhateyek çê kiriye, ku bi awayekî sîstematîk ferq û cudahîdanînan yasyaî û cihgir dike. Mînakek ji vê ferqdanînê ew e ku li gora yasyaê tenê ew kes dikarin ku bibin serkomar ku bawerdar bin bi ayînzaya Şî`etiyê. Bi vî rengî Kurdên Sunî û Yarsan ji bilî van ferqdanînan stema neteweyî jî li ser wan çend qat e. 

Stema neteweyî li Îranê du fakter li piştê ne, yekem pêkhateya hikûmetê û deshilatê, û duyem jî bi nav rewşenbîrên hikûmetî ku palpiştiyê jê dikin.

Destepeyva “herêmên qewmî” piştî şoreşa gelên Îranê û ji aliyê bi nav rewşenbîr û siyasiyên hikûmetê bo nasandina van navçeyan bi kar hat ku cihê akincîbûna neteweyên xeyrî Fars bûn. Vê dîtingehê ser ji nû Îran bi ser navend û derdorê de parve kir. Ew dîtingeh dikeve çarçoveya siyasetê ku bi siyaseta fermî û qewmî ya rejîma Îranê tê nasîn.

Yek ji van pîvanên ku di basa stema çend qatî ya neteweyî de pişt pê tê qahîmkirin, biyavê aborî ye, wate lênihêrînek bo piroseya vegeşandinê û avedankirina parêzgehên Kurdistana Îranê û hevberkirina wan digel hemû parêzgehên Îranê, aliyên curbicur ên van ferq û cudahîdanînan derdixe.

Kurdistana Îranê

Kurdistan di tewahiya xwe de, navçeyeke emnî û milîtarîzekirî ye. Bajaran reng û rûyê padgan û binkeyên leşkerî bi xwe ve girtine. Ew yek jî bûye sedema vê ku her cure berhemanînek (sermayedanînek) heta ji aliyê Kurdan bixwe ve jî digel astengiyên mezin berbirû bibe.

Di serdema Pehlewiyê yekem û duyem û Komara Îslamî de, tevî hewla berdewam bona guherîna pêkhateya erdnîgarî û demografiya Kurdistanê, bajar û herêmên din jî kêmtirîn asta vegeşandin, û pêşkevtinê bi xwe ve dîtiye. Piraniya wan kargehên biçûk ên aborî ku li Kurdistanê ne, ji aliyê xelkê nexwecihî (bîhanî) û kêmtir xelkê xwecihî ve hatiye danîn. Nebûna rê û banan, û jêrxana hatûçûnê wisa kiriye, ku ew kargeh tenê erdnîgariyeke biçûk bibe bazara wan. 

Bedela vê ku bi armanca dabînkirina kar ji bo xelkê bêkar ê krdistanê, li rex çavkaniyên xwezayî û me`idenî karxane bêne avakirin, piraniya çavkaniyan, û berhemên wê bo derveyî kurdistanê têne şandin.

Çend mînak

Zêrê Zerşoran (hilkevtî di navçeya Hewşar ya parêzgeha Urmiyê) ku wekî meztirîn kangeha zêr ya Îranê tê hesibandin, bo navendê tê şandin. Yan jî kevirê Xanê, û hesinê Seqizê ku bi heman şêweyî bi xawî bo navenda Îranê tê şandin. Eva di demekê de ye ku Kurdistanxwediyê zêdetirîn rêjeya destengî û bêkariyê ye.

  Hilnegirtina mîn (mayîn)ên di nava zewiyên çandiniyê ên Îlam û Kirmaşanê de, ku hem zirara canî bo xelkê heye, û hem jî zewiyên xelkê ji nav diçin, û nikarin  çandiniyê tê de bikin. (1)

Parêzgeha Kurdistanê bi hebûna %18.8 nifûsa akincî li qeraxa bajaran, di asta Îranê de pileya yekem heye, ew rewşa bi awayekî metirsîdar e ku di navbera salên 2004-2010`an ji aliyê banka cîhanî ve pere jê re hatiye diyarîkirin. Ew parêzgeh serbarê dewlemendbûna bi çavkaniyên xwezayî û potansiyeleke bilind bo vegeşîna pîşesazî, yek ji wan navçeyên paşvemayî di biyavê pîşesaziyê de ye. (2)

Di heman demê de û di biyavê pîşesazî de, nebûna karxane û pîşesaziya bingehîn di naveçeyên Kurdî, nerazîbûneke zaf lê ket. Di vir de em dikarin du mînakan bidin. Di van çend salan de sazkirina karxaneya qalkirina hesin li Qurwe ji bilî vê ku beşeke zaf ji birêveber û kedkarên wê ji kesên din ên herêmê bûn, bi sedema lawaziya birêvebirin û piştgirînekirina hikûmetê hate paşxistin. Di heman demê de sazkirina petroşîmiya Mehabadê çi deskevtek bo navçeyê tunebû. Jiber ku heta kedkarên sade jî ji derveyî Kurdistanê bo anîne.

   Mifahwernegirtina ji potansiyelên Kurdistanê hevdem bû digel parvekirineke newekhev ji van derfetên bo vegeşandinê hewce ne. Ew sedem jî awarebûna Kurdan li pey xwe hebû, û hêza kar û bijardeyên Kurd neçar kiriye wargehê xwe bi cih bihêlin, û ber bi navenda Îranê û herwisa derveyî vî welatî koç bikin. Bo mînak parêzgeha Kirmaşanê piştî Xûzistan û Loristanê zêdetirîn koçberbûna navxweyî di Îranê de heye (her sal zêdetir ji 50 hezar kesî). Koçberbûna ciwanan bo dîtina kar, bûye sedema bilindbûna rêjeya nifûsa bitemen a Îlamê.(3)

 Rastiyên sîstema bernamerêjî bo vegeşandina di Îranê de îşareyê bi vê dikin, ku piroseya darêtina bername û pilanên demdirêj bo vegeşandinê li jêr bandora ferq û cudahîdanîna sîstematîk (navend û derdora bajar) de ye, bi awayekî ku parêzgehên Kurdî wekî qeraxbajaran lê hatiye. Her ew mijar bûye sedema vê ku hemû çavkaniyên deshilatê li navendê kom bibin, û çavdêriya hûr ya hikûmetê rêgir bûye ji vê ku civaka medenî û kertê taybet (xisûsî) bikarin azadiyê bidin çalakiyên aborî, siyasî û medenî.

Her şêwe çalakiyek dibe ku bi pejirandin û çavdêriya hûr ya hikûmeta navendî be, û her li ber vê siyaset û dîtingehê, sermadanîn bi wateya wê ya giştî berbirûyê kêşeyan û astengiyan dibe.  

Çirrbûna deshilatê li navend û herwisa dîtingeha emniyetî bo Kurdistanê, bûne sedema vê ku potansiyelên van ciyan, bêne piştguhxistin. Di biyavê torîstî de parêzgehên kurdistanê bi hebûna xwezaya bê mînak û rewşa ciwan û dilrevîn şiyana vê heye ku bibe cemsereke bihêz ya geştiyarî, lê bedela veguhastina vê derfetê bo vegeşandina van navçeyan, ew parêzgeh tenê wekî cihekî bona sazkirina bendavan lê tê nihêrîn. Bendav ne bi armanca vegeşandina çandiniyê û bihêzkirina kertê torîstî, belku tenê bona vê ku ava wan navçeyan bo parêzgehên hişk ên navneda Îranê bê veguhastin. Ku wisa bû li ser hesaba nevegeşandina Kurdistanê navçeyên din têne avedankirin.

Bi kurtî di encama siyaseta cudahîdanînê û stema çend qat, Kurdistana Îranê li rîza herêmên herî hejar û geşenekirî de ye ku di vir de bi piştqahîmiya bi amarên fermî wêneyeke giştî li ber çavan tê raxistin:

Parêzgeha Sine pileya sêyem a bêkariyê heye (4). Amarên bêkariyê li bajarên parêzgeha Kurdistanê li serweyî  %60 e. Kurdistan di biyavê amara bêkariya serkevtiyên zankoyê, pileya yekem heye (6). Destengî û bêkariyê şîrazeya malbatan hilweşandiye (7) li deh bajarên Îranê de ku zêdetirîn amara bêkariyê tê de heye, 7 bajar li Kurdistanê hilketine (8). Bi awayekî navgîn mehane 6 kolber têne kuştin, û 12 kes jî birîndar dibin (9). Bêkarî di parêzgeha Îlamê ber bi kirîza civakî ve diçe (10). Îlamê di xweşevitandinê de pileya yekem a cîhanî heye, û di xwekujiyê de pileya yekem ya di asta Îranê de heye (11). Yek li ser çar a akinciyên Kirmaşanê bêkar in(12), Kirmaşanê pileya yekem ya bêkariyê di Îranê de heye (13).

Serbarê vê rewşa bizehmet ku di bin bandora pilandarêjiyeke armancdar bo xelkê Kurdistanê pêk hatiye, serkuta sîstematîk û tirsandin bi awayekî gellek tundtir ji beşên din ên Îranê tê de tê peyrewkirin. Her cure nerazîbûnek bo dabînkirina kar, nehêlana siyaseta cudahîdanînê, nehêlana rewşa emniyetî û tundûtîj, heta xwendin bi zimanê dayîkê (ku di yasayê de hatiye) hevber e digel tawanên wekî: Cudahîxwaz, dijîşoreş, kirêgitiyê dijminên Îranê û …hwd, û cezayê giran wekî îdam, girtina dirêjheyam, û destbiserdegirtina darayî, û …hwd.

Tevî van siyasetên rejîmê di navxwe ya Îranê de, destêwerdanê di nava karûbarên welatên derve û hewldana bo bihêzkirina nifûz û deshilata navçeyî û şandina derve ya şoreşê sedemke serekî ya pêkanîn û belavbûna şer û pevçûnên tayifî ye di navçeyê de, ku di encamê de kuştin, birîndarbûn, û awarebûna dehan milyon kesî û têkrûxana aborî, civakî, û guherîna demogirafiya beşek ji van welatan li pey xwe hebûye.

 Siyaseta serkut û ferqdanîna di navxwe û têkdan û destêwerdan li derveyî sînoran, li ser bingeha fikrî û îdeolojîk ên rejîmê hatiye danîn, û beşeke cudanekirî ye ji jiyana siyasî ya Komara Îslamî ya Îranê û di pêşerojê de jî berdewam dibe.

Di derbazbûyî de ew kiryar û siyasetên rejîmê ji aliyê navendên biryarder, û kom û komeleyên navdewletî û rêkxirawên berevankarê mafên mirovan ve hatiye mehkûmkirin, û cezaya giran ya aborî  û siyasî jî bi ser de hatiye sepandin, bi vê hêviyê ku (rejîm siyasetên xwe biguhere) lê hekî guherînkariyek di siyasetên wê de rû bide, guherîn bûye ber bi tundtirkirina van siyasetan. Jiber ku rejîm li gora îdeolojiya xwe, kiryarên xwe ne tenê her xirab û şaş nizane, belku berpirsayetî heye di guherîn yan lawazkirina hikûmetên din ên cîhanê, bi taybetî welatên Misilmanên cîhanê ku wekî xwe nafikirin. Lewra di her cihekî de rewteke îdeolojîk yan girûpeke ayînî ya hevhizrê xwe bibîne, di hemû biyavekê de wan bihêz dike, û wan han dide (tûj dike) bo çêkirina fitne û şer û nexweşiyan, û nearamî û şerê tayifî, ku mînaka wê Hizbullaha Lubnanê ye.

Em wekî PDKÎ bi xwendin û zanyariyekê ku li ser vê rejîmê me heye, û ezmûna pêşniyara gotûbêjan heta şerê çekdarî me digel de hebûye, me guman li ser vê rastiyê nine, ku riya rizgarbûna xelkê Îranê bi hemû pêkhatên xwe ve, û herwisa vegeriyana aştî û aramiyê bo navçeyê ji rêreva nemana Komara Îslamî re derbaz dibe. Ji bilî vê yekê her cure pilanek bi armanca  “guherîna siyasetên rejîmê”  tenê xesarên zêdetir digehîne xelkê Îranê û welatên cîhanê, û derfeta zêdetir pêk tîne, ku rejîm bandor û amadeyiya xwe di navçeyê de zêdetir bike.

Girêbesta Bercamê ku di navbera Îran û YE û girûpa 5+1 di 14.07.2015`an de hate wajokirin, bi awayekî zelal nîşan da ku vêdebirina dorpêçên navdewletî li ser vî welatî û ew dahata ku bi sedema vê rêkkevtinê dest wê ket, berevajiyê çavnihêriyan, ji bilî vê ku alîkar bû bona serkut û zexta zêdetir ya Komara Îslamî di navxwe û hilkişiyana zêdetir ya asta bêkariya ciwanan, girantirbûna hewcehiyên rojane ên xelkê û daketina bêmînak a nirx û buhayê pereyê Îranê, li derveyî sînoran jî alîkar bû bona bihêzkirina girûpên terorîstî ên alîgirê rejîmê, û berdewam şer û têkderî û rikeberiyan heta piştî têkşikandina DAÎŞ`ê û paşekêşepêkirina wê.

Bi vê lênihêrîna li ser rejîma Komara Îslamî, em vekişiyana Amerîkayê ji vê rêkkevtinê bi biryara Trump  û bi armanca lawazkirina vê rejîmê ji hemû aliyan ve, em bi pêngaveke erênî dihesibînin,  û em hêvîdar in ku civaka navdewletî jî di vî warî de, alîkarê Amerîkayê bin. Lê pêngava duyem  ku di vê rastayê de û bona tewawkireina pêngava yekem em bi hewce dizanin, piştevanîkirina cidî ye ji pêla nerazîbûna xelkê Îranê, ku bi taybetî di heyama sala borî de geşe kiriye, û roj bi roj kûrtir dibe. Rojava û bi taybetî Amerîka nabe ku xelkê Îranê li hemberî serkutkirina rejîmê û pîlanên din bo bêdengkirina rewta neraziyan, bi tenê û bê piştevan bihêle.

Xelkê Kurdistana Îranê û PDKÎ wekî hizbeke xwedîdîrok û pêgeha xelkî, bi ezmûneke zêdetir ji 70 sal xebata li dijî du rejîmên Pehlewî û Komara Îslamî pilan heye ku xebata xwe mil bi milê xebata seranserî li Îranê li dijî Komara Îslamî bihêztir û cemawerîtir bike.

Bo vê meremê,  heyama salekê ye ku wekî hizbên opozisyona Kurdî ya Îranê “Navenda Hevkariya Hizbên Kurdisatna Îranê” me bo xebateke bibandor li dijî rejîma Komara Îslamî pêk aniye, û bi hevahengiyeke zêde ve digel hevdu kar dikin.

Çavkanî:

 

1_https://www.jamaran.ir/%D8%A8%D8%AE%D8%B4-%D8%A7%DB%8C%D9%84%D8%A7%D9%85-196/708966-%D9%81%D8%B9%D8%A7%D9%84%DB%8C%D8%AA-%DA%AF%D8%B1%D9%88%D9%87-%D9%BE%D8%A7%DA%A9%D8%B3%D8%A7%D8%B2%DB%8C-%D8%A7%D8%B1%D8%A7%D8%B6%DB%8C-%D8%A2%D9%84%D9%88%D8%AF%D9%87-%D8%A8%D9%87-%D9%85%DB%8C%D9%86-%D8%AF%D8%B1-%D8%A7%D8%B3%D8%AA%D8%A7%D9%86-%D8%A7%DB%8C%D9%84%D8%A7%D9%85

2-Pirsa nasîna stratejîk ya vegeşînê di parêzgeha Kurdistanê, navneda lêkolînên stratejîk

3-http://www.irna.ir/fa/News/82546108

4-https://www.ilnanews.com/%D8%A8%D8%AE%D8%B4-%DA%A9%D8%B1%D8%AF%D8%B3%D8%AA%D8%A7%D9%86-101/579507-%DA%A9%D8%B1%D8%AF%D8%B3%D8%AA%D8%A7%D9%86-%D8%A7%D8%B2-%D9%86%D8%B8%D8%B1-%D8%B4%D9%85%D8%A7%D8%B1-%D8%A8%DB%8C%DA%A9%D8%A7%D8%B1%D8%A7%D9%86-%D8%B1%D8%AA%D8%A8%D9%87-%D8%B3%D9%88%D9%85-%DA%A9%D8%B4%D9%88%D8%B1-%D8%B1%D8%A7-%D8%AF%D8%A7%D8%B1%D8%AF

5-http://kordestan.isna.ir/default.aspx?NSID=5&SSLID=46&NID=31009

6-

https://www.tasnimnews.com/fa/news/1396/10/06/1613116/%DA%A9%D8%B1%D8%AF%D8%B3%D8%AA%D8%A7%D9%86-%D8%A8%D8%A7%D9%84%D8%A7%D8%AA%D8%B1%DB%8C%D9%86-%D8%A2%D9%85%D8%A7%D8%B1-%D8%A8%DB%8C%DA%A9%D8%A7%D8%B1%DB%8C-%D9%81%D8%A7%D8%B1%D8%BA-%D8%A7%D9%84%D8%AA%D8%AD%D8%B5%DB%8C%D9%84%D8%A7%D9%86-%D8%B3%D8%B7%D8%AD-%DA%A9%D8%B4%D9%88%D8%B1-%D8%B1%D8%A7-%D8%AF%D8%A7%D8%B1%D8%AF٧-

7-https://meidaan.com/archive/24127

8-http://www.bbc.com/persian/iran-41460739

9-https://www.radiozamaneh.com/391482

10-http://press.jamejamonline.ir/Newspreview/2910359007244554432 

11-http://www.salamatnews.com/news/157243/-%D8%AE%D9%88%D8%AF%D8%B3%D9%88%D8%B2%D9%8A-%D8%AF%D8%B1-%D8%A7%D9%8A%D9%84%D8%A7%D9%85-%D8%B1%D8%AA%D8%A8%D9%87-%D8%A7%D9%88%D9%84-%D8%B1%D8%A7-%D8%AF%D8%B1-%D9%83%D9%84-%D8%AF%D9%86%D9%8A%D8%A7-%D8%AF%D8%A7%D8%B1%D8%AF

12-https://www.mehrnews.com/news/4236189/%D8%A8%DB%8C%DA%A9%D8%A7%D8%B1%DB%8C%DB%8C%DA%A9-%DA%86%D9%87%D8%A7%D8%B1%D9%85-%D8%AC%D9%85%D8%B9%DB%8C%D8%AA-%DA%A9%D8%B1%D9%85%D8%A7%D9%86%D8%B4%D8%A7%D9%87-%D8%B2%D9%84%D8%B2%D9%84%D9%87-%D8%AF%D8%B1-%D9%85%D9%86%D8%B4%D9%88%D8%B1-%DB%B2%DB%B0-%DA%AF%D8%A7%D9%86%D9%87-%D8%A7%D8%B4%D8%AA%D8%BA%D8%A7%D9%84

13-http://otaghiranonline.ir/news2/9052