Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mûşekên xalpêk ên Spaha Pasdaran, bedela binkeyên dijberên rejîmê, Kirmaşan kutane

12:13 - 1 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Spaha Pasdaran ya rejîma Îranê ku bas ji xalpêkana mûşekên xwe dike, hemû carê beşek ji wan mûşekan li pêşberî wê bixwe diteqin.

Li gora fîlmekê ku di ragehandinên rejîmê de belav bûye, şeva Duşemiyê 9`ê Rezberê demjimêr 2`ê nîveşevê bi dema Îranê, Spaha Pasdaran ya rejîma Îranê, di navçeyekê de li nêzî bajarê Kirmaşanê ragehand, ku pênc mûşekên balistîk ji cura bejahî bo bejahî berbi binke û baregehên dijberên vê rejîmê li Rojhilata Furatê li welatê Sûriyê hatine avêtin.

Pêwendiyên Giştî ên Spaha Pasdaran  ew mûşekbaran wekî bersivek li hemberî destrêja roja 31`ê Xermananê li bajarê Ehwazê bas kiriye, ku li dijî manovra hêzên arteş û Spaha Pasdaran hate encamdan, û tê de nêzî 29 kes ji hêzên serkutkar ên Spaha Pasdaran hatin kuştin û 60 kes jî birîndar bûn. Ew êrîş hem, Hizba El-ehwaz û hem jî DAÎŞ`ê girtin stûyê xwe.

Li gora raporên nûçegihaniyên navxweyî û derveyî, çend mûşek ku di nîveşevê de li nêzî Kirmaşan hatine avêtin, li çend ciyan li nêzî bajarê Bûkemal li rojhilata Furatê ketine, ku di bin kuntrola rejîma Sûriyê de ye, û berdewam jî ji aliyê DAÎŞ`ê ve rastî êrîşan tê.

Her di vê derheqê de li gora zanyariyekê ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, çend mûşek ji wan 5 mûşekan li nêzî bajarê Kirmaşanê teqiyane, ku dengê va teqînan bûne sedema tirsandin û nîgeraniya xelkê vê navçeyê.

Rejîma Îranê bona xwe derbazkirin ji van hemû zext û givaşan tenê bîr ji serkutkirinê û êrîşa leşkerî dike, ku vê yekê xerceke zêde ji qas xistiye ser milên xelkê welat. Ew xercê ku bedela serkutkirinê bona xizmeta wan bi kar hatiba, bêguman wê beşeke zêde ji kêşeyên xelkê hejar û desteng pê hatibana çareserkirin.