Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nan, Azadî, Kerameta mirovî

19:24 - 20 Nîsan 2018

Kerîm Perwîzî

Mirovek ku di hejariyê de hatiye ragirtin, mirovek ku haşayê ji nasnameya etnîkî, ayînî, yan neteweyî ya wî/wê tê kirin, yan dikeve ber zexta siyaseta helandin û sivikatîpêkirin, yan li jêr stema zayendî de dijî, mirovek e ku kerameta wî/ê jê hatiye zewtkirin.

Eva hevokek e nava bername û pêreva navxwe ya PDKÎ ye, ku li beşa bingehên hizrî û siyasî ên hizbê de hatiye, û di van rojan de, bi rohnî em rengvedana kiryareke weha ya dijîmirovî di Komara Îslamî de dibînin.

Rejîma Îslamî li Tehranê, li ser bingeha sivikatiya bi mirov hatiye avakirin, û di çarçoveya îdeolojîk ya qorixxwazane de siyaset kiriye, û kiryar ji xwe nîşan daye, ku mirov di hizra wê de jîndareke bêhêz û bêawez û bêvîn e, ku hewce ye wekî ajel heya ku dikare mifahê jê wergire, û her wekî ajel her demekê bêxeberî kir, bide ber qamçiyan.

Ji vê dîtingeha dijîmirovî ya Komara Îslamî ve, her çi ji navenda îdeolojîk ya deshilata têkel bi şovînîzmê dûrtir dikevî, ajeltir têy ber çav.

Tenê mirov ji vê dîtingehê ve Weliyê Feqîh e, û ewên ku hinek ji Weliyê Feqîh nêzîk in, rengê mirovan didin!. Xeyrî fars, hejar, kêmdahat, jin, xeyrî Şî`eyê wilayeta feqîhî, ji dîtingeha Weliyê Feqîh ve zêdetir wekî nemirovan çav lê tê kirin.

Çar dehikan deshilata Komara Îslamî tejî bûye ji sivikatî bi neteweyên xeyrî Fars, û tejî bûye ji çewsandina mirov bi destê mirov, tejî bûye ji dizî û talankirina serwet û samana welat, û baca terorîzmê û serberedayiyên wan jî, sifreya nanê hişk ê çîna kêmdahat û hejar bûye, û seranên rejîmê li Kanada û Swîsê û Birîtanya û Îspaniya û Alman vîla û pişka hotêlan kirîne.

Stema li dijî jinan, li dijî cudabîran, li dijî neteweyên xeyrî fars,li dijî ayînên xeyrî şî`e ên Wilayeta Feqîhî, û li dijî hemû mirovekê ku xwe pê xwedî nasname û kesayetiyek bûbe, di heyama vê deshilatdariya pirr tawane de bi rê ve çûye.

Encama vê deshilatê sivikatî bi kerameta hemû mirovan di panahiya erdnîgariya welateke bellalêdayî bi navê Îranê de bûye, û ew rejîm bi perê neftê û bazerganiya digel bazerganên xwînê li Ewropa, Kanada, Amerîka, Rûsiye, çîn, û...hwd nirxa hêza hov ya Spaha Pasdaran dabîn dike, û xelkê pê serkut dike.

Di sîstemeke weha de ye ku xelk li Qum û Îsfehanê dirêjin ser şeqaman û wêneyên Xamineyî dişewitînin! Di Tehranê de jî derwêş digel deshilata Xamineyî berbirû dibin, û jinên mandî ji hemû stemekê, xavika (leçka) stemkariyê ji serê xwe radikin, û pêpikên deshilata Wilayeta Feqîhî pê dihejînin.

Her di encama sîstemeke weha de ye, ku bajarên wekî Bane û Ciwanro û Serdeşt û Pîranşar ku heya duh wekî cemsera bazerganiyê dihatin binavkirin, niha bi sedan kesî tînin ser kolanan û sifreya betall ya mala xwe nîşan didin.

Rejîmek û sîstemek ku sivikatiyê bi kerameta mirovan dike, îca çi bi ragirtina di hejariyê de, yan jî bi haşakirina ji nasnameya neteweyî ya wan, yan stema zayendî û ayînî, sîstemek nine ku bikare xweşî û jiyana rehet ji xelkê re bi diyarî bîne, û hemû ewên ku kerameta wa sivikatî pê hatiye kirin, dijî wê radibin serpiyan, û koşka rizî ya dehilata wehmî ya wê dişewitînin.