Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navê Hûsiyan jî li ber deriyê rêzbenda girûpên terorîstî ye

11:20 - 10 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Hinek çavkaniyan ragehandin ku Amerîka dixwaze milîşên Hûsî jî wekî girûpeke terorîstî bide nasandin.

Rojnameya “Washington Post” di raporekê de ragehandiye ku Amerîkayê pêngav hilgirtine, di çarçoveya siyaseta xwe ya nû de, ku ew jî helwesta tund û cidî ya vî welatî ye derheqê girûp û milîşên terorîstî ên ser bi Îranê di sertaserî Rojhelata Navîn de.

Berpirsyarên payebilind ên Amerîkayî ku nexwastin navên wan eşkere bin, bi rojnameya “Washington Post”  ragehandine, ku “Trump” hinek pêngav hilgirtine bona cezakirina Hûsiyan, lê hêla nehatine pejirandin.

Li gora vê raporê Amerîka dixwaze ku hemû wan alî û girûpên ku ser bi rejîma Îranê ne, û yan jî Îran piştgiriya wan dike ceza bike.

Piştgiriya rejîma Îranê ji girûpên tundrev û têkder û binajoxwaz di navçeyê de ew herêma Rojhilatana Navîn kiriye pêt û agir, ku jiyan li hemû mirovahiyê di vê navçeyê de herimandiye, ku her hemû jî tenê û tenê rejîma Îranê bona mana ser kursiyê deshilatê vê yekê dike. Lê wisa dixuye ku êdî sebra xelkê welat, û ji aliyekî din ve jî Amerîka û hevalbendên wê, ku hebûna xwe di metirsiyê de dibînin  kuta bibe, lewra wisa xûya ye ku ew rejîma nekare heya dawiyê berdewam be li ser van kar û kiryarên xwe yên têkderane di herêmê de.