Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Havkarî: Niha jî Kurdistan çepera berxwedaniyê a Îranê ye

18:51 - 19 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Navenda Havkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê li salvegera fermana cîhad a Xomêynî a li dijî Kurdistanê peyamek belav kir.

Peyam wiha ye: 

28`ê Gelawêjê salvegera 40 salî ya fermana cîhadî a Xomêynî û êrîş bo ser xelkê azadîxwaz ê Kurdistanê ye.

Civatên xelkê Kurdistanê!

Hevnîştimaniyên xweragir û hezkirî yê Kurdistanê! 

40 sal berî niha û di 28`ê Gelawêja sala 1358 a rojî de, Xomêynî rêberê nû ê komara Îslamî, piştî 9 meh hukimranî bi derkirina Fitwaya li dijî xelkê bêsûç ê Kurdistanê û azadixwazan, bi awayên curbicur wekî dadgeheke sehrayî a Xelxalî û biryara cezadan û îdama berpirsên partiyan û kuştina xelkê asayî ên Kurdistanê û bi hêncetên bê bingeh, tohmet û boxtanên ne bicî, leşkerkişiyeke berfireh li ser ax û xelkê Kurdistanê dest pê kir. 

 Rejîmek ku di tarîtiya dîrokê de hatibû, û xevna xeyalî bo civaka Îranê hebû, da ku vê civakê bibe nav tarîtîxaneya sedsalên navîn, nedikarî Kurdistanekê qebûl bike ku di wê heyama kurt de piştî serketina şoreşa gelên Îranê heya 28`ê Gelawêjê wate li heyama kêmtir li yek salî de, tevî kêmezmûniyê jî, li birêvebirina welat û hukimraniyê de, Kurdistan bi aramî û tenahî bi rê ve dibir, û di wê heyama kurt de û tevî dorpêçên aborî ji aliyê deshilata navendî ve Kurdistan bibû mînakek li deverên azad û demokratîk û wekî modeleke altirnatîv bo hemû Îranê çav lê dikirin.

Nûnerên gund û bajarên wê, bi dengê azad yê xelkê hatibûne hilbijartin û encûmenên sinfî karên xwe bi rê ve dibirin, û dabînkirina mafê wekheviyê bo jinan di destûra civaka Kurdistanê de, ku ezmûna civakeke sêkolar derbas dikir, bibû çiqlê çavên hakimên Komara Îslamî de. Nigeraniya ji bihêztirbûna wê ezmûnê bibû handerê sereke yê Komara Îslamî bo leşkerkişî û êrîş bo ser xelk û axa Kurdistanê. Ji bîra me neçe ku her bi wî awayî dihete çavnihêrîkirin ku, heta ew hêzên ku bi hêncetên pûç ên wekî xebat li dijî Amerîkayê ketin gel komara Îslamî û piştevanî jê kirin, û li dijî tevgera Kurdistanê dest avêtne dujminatiyê, piştre rastî serkuta Komara Îslamî hatin, û bûne qurbaniyên xezeba desthelata olî a kevneperest. 

 Lê dîsan jî, û tevî bihêziya pitir ji îmkanat û alavên leşkerî, lê em dikarin bi serbilindî bêjin ku 28`ê Gelawêjê di wê demê de roja berevanî û îradeya neteweya Kurd bû bo xebat li dijî zêdexwazî û serkutê. Hemû çiya, dol, gund û bajarên Kurdistanê bûne çepera berevanî û berxwedanî û di wê rêyê de gelek şanaziyên mezin ji aliyê tev xebatkar û hêza pêşmerge ve tomar kirin. Niha û piştî derbasbûna 40 sal bi ser temenê Komara Îslamî a Îranê; Îran di rewşeke nearam de ye, û hakimiyet tev ketiye jêr givaşên yekcar zêde ên welatên Rojavayî û deverê, û ji aliyek din ve xelkê mafxwaz ê navxwe ên Îranê jî, û ji aliyek din ve heya tê, ew givaşane zêdetir dibin.

Ji aliyekê ve zêdexwaziyên deverê ên Îranê, û destêwerdana li nava karûbarên welatên cîran û cîhanê, û piştevanîkirina terorîzmê, pirsgirêka navkî û mûşkên dûrhavêj ên wê ku bûne kirîzeke mezin û sedema dorpêçên aborî û pirsgirêka derveyî, û ji aliyek din ve kêrnehatîbûna siyasî, sîstema berfireh a rantxorî-mafyayî a aborî, serkuta nerînên cuda û pirsgirêkên navxweyî ên di navbera baskên desthelatê, û dehan sedemên din ên navxweyî, Îran gihîştandine wê rewşa niha. Nerazîbûnên van du salên derbasbûyî wê rastiyê nîşan didin ku heya tê, xelkê Îranê li nûsaziyê li nav sîstema hakim bêhêvîtir dibin û roj li pey roj giranya jiyanê di nav ew demûdezgehane de zêdetir dikeve ser milê xelkê, û pitir hest bi bêçarenûsiyê dikin, lê hêviya heman xelkê bo berxwedanîkirin li hember hakimiyetê rû li bilindbûnê ye, û ji aliyekî din ve jî bo carek din heta bo pêşve diçin, û helqa dijberên wê û dujminên derve yên Îranê berfirehtir dibe, û helqeya hevalên wê tengtir dibe. 

 Di encamê de tu desthelatdarek nîne ku karibe heya dawiyê bi givaş, serkut û îdamkirinê jiyana xwe dom bike, û eva hêz û îradeya komên xelkê ye ku qedera her civakekê diyarî dike. Bi xatircemî ve Komarar Îslamî a Îranê jî, her di wê rêçika dîrokê de diçe, ku hemû rejîmeke dîktator û serkutkar tê de çûne, û serketin bo wan kesane ye ku bêy tu dudiliyekê li hemberî desthilatdarên wiha disekinin. Xûya ye piştî 40 sal xelkê Kurdistanê her bi hesta serdema şoreşa gelên Îranê, domê bi nafermaniya xwe li hember Komara Îslamî didin. Bi hemû ew guhertinên ku bi dirêjahiya wan salane di ser civaka Kurdistan û Îranê de hatiye, dehan car bi li ber çavê hemû aliyekî ve xelkê Kurdistan li hemberî wê rejîmê sekinîne, û nîşan dane ku niha jî Kurdistan her çepera berxwedaniya Îranê ye, û xelkê Kurdistanê jî şoreşvanên pêşveçûna wê rêyê ne.

Navenda Havkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê jî, yekdengtir ji her carê, û berçavrontir ji berê, bo yekgirtina zêdetir di navbera civak û hêzên siyasî de pêngavan davêje, û piştgirêdayî bi piştevaniya berfireh a hemû xelkê Kurdistanê ye, û bo xelkê Kurdistan û Îranê, mêzeyê paşerojeke rûnahî dike.

 Navenda Havkarîiyê a Partiyên Kurdistana Îranê

28`ê Gelawêja 1398-an a Rojî