Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir

11:00 - 20 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê derbarê vekişîna Sazmana Xebat ji vê navendê, daxuyaniyek ji bo raya giştî belav kir.

Daxuyanî wiha ye;

Agehdariyek ji aliyê Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê Ji bo raya giştî

 Welatiyên hêja û alîgirên hevrêzî û hevgirtinê!

 Hûn haydar in ku salekê beriya niha, piştî hewlên ciddî ên piraniya partiyên Kurdistanê û ji bo bersivdana xwestekên we ên hêja ji bo hevkarî û hevrêziya di navbera partiyên Kurdistana Îranê de, Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê hate avakirin.

 Piştre ji bo jihevfêmkirinê û ji bo hevdengiya zêdetir, pêwîst bû Navend, hêlên giştî û pirensîpên xwe ji bo dabînkirina armancên xwe, ji bo raya giştî û xelkê eşkere bike. Di vê derbarê de hin mijar ji aliyê nûnerên partiyan ve di bin navê hêlên giştî de hatibûn amadekirin û piştî lihevguhertina nerînên aliyên beşdar di Navendê de û nirxandina mijarê, hêlên giştî amadeyî pejirandindê bûn. Lê ji ber ku tenê Sazmana Xebat a Kurdistana Îranê bi hin xalên hêla giştî re hevdeng nebû, Navenda Hevkariyê ji bo parastina hevrêziya di navbera aliyên beşdar de û bi armanca rêzgirtin ji nerînên Sazmana Xebat û dayîna derfeta zêdetir bo wan çendîn mehan, ragihandin û belavkirina hêlên giştî ên Navendê paş xistin.

Lê mixabin di demekê de ku endamên Navendê, roja 19’ê Sermaweza 1397’an a Rojî li benda beşdariya vê sazmanê di dehemîn civîna Navendê de bûn, lê ew tevlî vê civînê nebûn ku taybet bû bi standina biryara dawiyê li ser belavkirina hêlên giştî.

Piştî ku ew tevlî civînê nebûn, şandeyek ji endamên Navendê çûne serdana vê sazmanê, lê belê ev serlêdan jî bêbandor bû û Sazmana Xebat li ser gotinên xwe rijd bû û digot nabe peyva Federalîzmê ji bo rêveberiya sîstema pêşerojê a Îranê bibe armanca Navendê.

Heyamekê jî li ser mijara sêkolarîzm û gotûbêjan weke pirensîpa xebata siyasî a Navenda Hevkariyê hevnerîn nebûn û mixabin Sazmana Xebat, piştî serdana şandeya Navendê, di daxuyaniyekê de û pişt re jî di konferansekê çapemeniyê de yekalî axivî. Emê li vir weke Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, rastiya mijarê ji we re vebêjin.

 1. Sazmana Xebat a Kurdistana Îranê di daxuyaniya xwe de behsa binpêkirina lihevkirinê dike û yekalî, Navenda Hevkariyê weke hiloşayî binav dike.Lê ev gotin, tam ji rastiyê dûr in û Navend jî di karên xwe de berdewam e.

 2. Her çar aliyên din ên Navendê, ji bilî Sazmana Xebat, li ser Federalizmê ji bo pêşeroja Îranê rijd û hevnerîn in. Lê belê di vê derbarê de Sazmana Xebat ti pêşniyareke baştir ji federalîzmê tine bû. Rijdbûna wan li ser nerîna wan di karên rêxiatinî ên hevpar de, ji pirensîpên demokratîk dûr in.

 3. Tevî ku Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, nemana Komara Îslamî weke baştirîn bijarde dibîne û piştrast e ku ti caran bi rengekî ciddî baweriya Komara Îslamî bi gotûbêjê ji bo çareseriya pirsa Kurd li Îranê tine bûye, lê Navend ji bo dabînkirina mafên xelkê Kurdistanê gotûbêjê, weke pirensîp di karên siyasî de dibîne û danûstandinê red nake.

Di dawiyê de pêwîst e bê gotin ku Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, tevî biryara yekalî a Sazmana Xebat a ji bo vekişîn ji Navendê, dîsa jî tekezê li ser berfirehkirina Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê dike û wê di vê derbarê de jî di kar û tekoşîna xwe de berdewam be.

Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê

27’ê Sermawezê a 1397’an a Rojî