Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Îtilaatê 3 xwendekarên Kurd ji xwendinê bêparkirin

19:38 - 2 Şibat 2015

Kurdistanmedia: Wezareta Îtilaatê a rejîma Îslamiya Îranê li Sine sê endamên Mekteba Quranê ji xwemdinê bêparkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, 3 welatiyên Kurd endamên Mekteba Quranê ya Sine ji aliyê îdareya Îtilaatê ya rejîma Îslamî ya Îranê li Sine bi sedema baweriya olî ji xwendinê hatin bêparkirin.

11987.jpg

Nûçegihaniya Kurdpa nasnameya wa sê kesane: Ehmed Qureyîşî endazyarê Elektrîk, Reşad Hojebirî endazyarê Bajarêsazî, Pûrya Merdoxî endazyarê Teknîkî, ragehandin.

Havîna derbas bûyî ew sê endamên Mektaba Quranê ya Ehmed Muftîzadê, ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatibûn bangkirin.

Ji aliyek din ve, roja Yekşemî 1’ê Şibata 2015’an, çalakvanekî Kurd bi navê Mêhrdad Emîn Wezîr bo dozgeriya Înqilab a Sine hatiye bangkirin.

Çalakvanên han bervara 29’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, ji aliyê hêzên bi kincên şexsî ên ser bi Îtilaatê hat binçavkirin û piştî 3 rojan navborî dest bi gireva birçîbûnê dabû ku piştî 10 roja girtin di girtîgeha Îtilaatê de bi wesîqeya 50 milyon Tûmen hat azadkirin.

Diyar. R