Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Naveroka Rêkeftina Amerîka û Tirkiyê li Ser Herêma Aram

11:05 - 18 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Amerîka û Tirkiyê, roja Pêncşemiyê derbarê ragirtina êrişa tirkiyê bo ser Rojava gel hew rêkeftin.

Li gor wê lihevkirnê Tirkiye dê êrîşên xwe di heyamê 120 demjimêrande rawestîne û HSD jî dê hêzên xwe ji herêma ewle ku armanca Tirkiyê ye vekişîne.

Lihevhatina herdu aliyan ku pêk hatiye ji 13 xalan ku ew xalên herî girêngin:

Tirkiye dê bo heyamê 120 demjimêran êrişa li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê rawestîne.

YPG bi kurahiya (32 kîlometran) ji sînorê Tirkiyê vekişe, piştî vekişîna YPGê di wî maweyî de, Tirkiye dê êrişê bi temamî rawestîne.

Tirkiye û Amerîka berpirs in ji zîndanên ku çekdarên DAIŞê tê de ne û divê bi hevre kar bikin ji bo ku DAIŞ carek din serî hilnede.

Tirkiye navçeya aram ji rojhilatê Firatê heta sînorê Iraqê ava dike û kontrol dike.

Dema ku Tirkiyê êriş rawestand, ew sizayên ku Amerîkayê biryar dabû bi ser Tirkiyê de bisepîne dê bên rakirin.

Piştî ku rêkeftina dualî hat ragihandin Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê Mazlum Kobanî ragihand ku ew rêkeftinê baş dibînin û wê erê dikin.

Mazlum Kobanî: Peymana Agirbestê Tenê Bo Herêma Navbera Serêkaniyê û Girêspî Ye.