Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetî û mangirtin di Îranê de berfireh dibe

11:46 - 13 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Mangirtin û nerizayetiya qatên cuda-cuda û bi taybetî qata belengaz û desteng û kirêkar, li Îranê roj bi rojê berfirehtir dibe.

Bi sedema paşketina destmizê mangane û giraniya bazarê û dijwarbûna rewşa jiyanê, mangirtin û nerizayetî zêdetir dibe.

Kirêkarên Şirketa Fûlad a Ehwazê, kirêkarên “Ney şeker”a “Heft tepe”, Kirêkarên Tirêna bajar ya Ehwazê, Kirêkarên Rûn ê Nebatî ya Cîhan, Mamostayên Qotabxanan, Ajotvanên Kamiyonên barhelgir, û zaf par û aliyên din ên di Îranê de, li rêka mangirtin û neçûna bo ser kar û xwenîşandanan, daxwazên xwe tînine berbas, lê berpirsên rêjîmê jî giringiyê nadne daxwaz û nerizayetiya wan qat û beşên welat.

Kirêkar û mangirtiyên nerazî di xwenîşandanan de diruşmên li dijî Rêjîmê didin, weke “Mirin bo mafiyaya Spaha Pasdaran, Sûriyê berdin fikra halê me da bin, Sifra me betal e, Stemgerî bes e, Berpirsên rêjîmê dizî karê wan e, Husêyn-Husêyn durûşma wan e, Ey rêberê azade, mafiya azad e, û gelek diruşmên din.

Ev mangirtina berfireh roj bi rojê sernixûniya rêjîmê nêzîktir dikin, û stûnên deshelata kevnarperwer xistiye lerzê.