Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerizayetiya xelkê Îranê roj bi rojê zêde dibin

12:40 - 19 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Desthilatdarên rejêmê bixwe didine zanîn ku, nerizayetiya xelkê Îranê roj bi rojê zêde dibin.

Pêka îtirafa desthilatdarên rejîmê, pêla nerizayetiya xelkê Îranê îsal ji hemû demê derbasbûyî pitirtir bûye.

Ebdulriza Rehmaniyê Fezlî, Wezîrê navxwe yê rejîmê got: Bêzarî û nerizayetiya xelkê Îranê îsal gelek zêdetire ji berê bû ye.

Deshilatdarên rejîmê gelek baş dizanin ku bi hegera dijvariya jiyanê, giranî, bê karî û…hwd, ku hemû bi sebeba siyasetên dijî gel a rejîma Îranê bi ser xelkê de hatine, xelik ji hemû demê zêdetir nerizayetiyên xwe nîşan didin.

Ew îtirafa wî berpirsê rejîmê bi zêdebûna nerizayetiya xelkê dibêje ku, ew qasê xwenîşandana nerizayetiyê kêm bûye, wê yekê dide kivşê ku rejîmê bi tepeserî, tirsandin û bi sitemkarî xelikê bêdeng dikin.

Ewe jî di demekê de ye ku, em rojane şahidê girev girtin û nerizayetiya Mamostayan, kedkaran, jinan, xwandikaran, şofêran, cotiyaran di Îranê de ne.

Di rapora mafê mirove a rêkxistina Netewên Yekbûyî de hatibû ku rejîma Îranê bi tepeserî, girtin û givaşan dixwaze dengê qatên neraziyê di Îranê de mat bike.