Kurdistanmedia: Piştî çap û belavkirina pirtûka bi navê “Ewropiyek di welatê Kurdan de”, di bajarê Urmiye û Şino`yê de, “Nesrîn Qasimlû”di vê derheqê de sapasnameyek belav kir.
Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, piştî wê ku endam û alîgirên PDKÎ , pirtûka bêhempa ya “Ewropiyek di welatê Kurdan de”, ku Nesrîn Qasimlû (Helen Kirolich) ya hevjîna şehîd Dr. Qasimlû nivîsandiye, di bajarên Urmiye û Şino`yê de, çap û belav kirin, Nesrîn Qasimlû spasnameyek ji têkoşerên Demokratê yên navxweyî welat re belav kir.
Deqa spasnameyê bi wî rengî ye:
Tevî spas û pêzanîn ji bo çap û belavkirina vê pirtûkê, destxweşî û mandînebûnê ji we dikim, û hêvîdarim ku haya we ji xwe hebe daku nekevin ber hêrs û kerb û kîna hovane ya rejîma Komara Îslamî a Îranê. Haydarê xwe bin, ez naxwazim ji ber çap û belavkirina vê pirtûkê, tûşî zirar û xesaran bin. Dilê min bi we re ye û hêviya serkevtinê ji bo we dixwazim.
Nesrîn Qasimlû
11`ê Adara 2018`an
Parîs