Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroz dikare nîşanek be ji Rasana Rojhilat

01:02 - 21 Adar 2017

Kurdistanmedia: Carek din gurriya agirê newrozê, peyama rizgarî û vejînê li gund û bajar û çiyayên serkêş ên Kurdistanê bilind kir.

Bi vê boneyê ve, roja Duşemiyê 30.12.1395 (20.03.2017)’an rêûresmeke bicoş li binkeya Deftera Siyasî ya PDKÎ bi beşdariya mêhvanan, endamên rêberî, kadr û pêşmerge û endamên PDKÎ û malbatên wan bi rê ve çû. Ew rêûresm bi pêşkêşkirina sirûdekê li jêr navê “Newroz” ji aliyê korsa Koma Hunerî ya Komîsyona Perwerdehiyê ve dest pê kir.

Piştre Hesen Şerefî cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ çend gotinek bi vê boneyê ve pêşkêş kirin.

Rêzdar Şerefî di gotinên xwe de tevî pîrozbahîkirina nûbûna salê û cejna newrozê, wekî nîşaneke neteweyî ya gelê Kurd, li xortên Kurd bi giştî û civatên xelkê Kurdistana Rojhilat bi taybetî, hêviya vê xwest ku sala nû saleke pirr ji xêr û xweşî be bo hemû aliyekî, û sala berfirehtirbûna Rasanê û girêdana xebata çiya û bajar û bihêztirbûna tevgera Kurd li Kurdistana Rojhilat de be, û ragehand: “Newroz hêmayeke neteweyî ya Kurd e, ku serbarê wan astengên ku deshilatdarên Kurdkuj li ser riya birêveçûna wê pêk tînin, bi vî halî jî hemû salekê em bînerê birêveçûna vê cejna neteweyî li sertaserî Kurdistanê bi awayekî berfireh bûn, ku ew yek nîşanderê vîna bihêz ya civatên xelkê Kurdistanê li ser parastina nîşanên neteweyî ên Kurd e”.

Cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ herwisa hêvî xwast ku: “Rêûresmên newrozê bo hemû aliyekî bi xweşî û şahî derbaz bibin, û wekî cejneke neteweyî û nîşana vejiyan û bihevrebûnê bi rê ve herin, û axabanî bi hewayê cejnê ve xûya, û dijmintevizîn be”.

Piştre stranek ji aliyê koma muzîkê ve hate pêşkêşkirin. Piştre Nahîd Husênî helbestvana naskirî û endama Komîteya Navendî a PDKÎ helbestek li jêr navê “semaya camane” xwend.

Di beşeke din ya vê rêûresmê de, desteyek ji keç û kuran, ku xetîr (meşxel) di destên wan de bûn, ber bi cihê pêxistina agirê newrozê ve çûn. Di vê beşê de Hesen Şerefî cihgirê sekreterê giştî ê PDKÎ digel Çînî Mînberî hevjîna şehîd Mam Ekber Mînberî û Jîla Salihî hevjîna şehîd Rehîm Gergûlî, bi hev re agirê newrozê hilkirin. Di beşa dawiya vê merasimê de, amadebûyiyan, bi govend û dîlana giştî, ber bi pêşwaziya ji sala nû ya Kurdî û “newroz camane” (axabaniyanî)yan ve çûn. Hêjayî basê ye ku her bi vê boneyê ve, rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ jî peyamek belav kir ku deqa vê peyamê di rûpela sê de hatiye danîn.