Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Newroz jiyana nû ye! (Hesen Huseyîn Denîz)

14:39 - 26 Adar 2014

Hesen Huseyîn Denîz

Li Kurdistanê em di nava rojên pîrozkirina Newrozê de ne. Newroz ji bo gelên Kurdistan, Îran, heta Hindistanê tevahiya gelên li Rojhilata Navîn rojeke xwegihandina azadî, serbestî, nûbûn û rengîniya biharê ye. Kurdistan bi Newrozê dixemile, dicoşe, azad dibe. Ji berya Zayînê bi 612 salan û vir ve li ser vê xakê Newroz tê pîrozkirin, lê ti caran wekî vê demê bi girseyî, bi coş û rengîn nehatibû pêşwazîkirin. Gelên Kurdistanê di vê Newrozê de nû bi nû digihêjin grîngiya wateya Newrozê. bi vê sedemê ez cejna Newrozê destpêkê li hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya li her çar parçeyên Kurdistanê, li hemû şehîdên ji bo rizgariya welatê xwe û azadiya gelê xwe li hemberî zilmdarî, koledarî, bindestî û xwînxwariyê têkoşîn dane pîroz dikim. Di jiyîna Newrozê de para şehîdên Kurdistanê sereke ye. Tê zanîn ku gelek Kurd û serokên Kurdan bi destê dagirkeriyê bi awayekî xafiltî, xayintî, bêbextî hatin kuştin. Qirkirinên herî mezin ên wekî Halepçe, wekî Qamişlo di vê mehê de hatin kirin. Bi sedan ciwanên Kurd, di operasyonên artêşa dagirker de, di vê mehê de hatin qirkirin. Lê gelê Kurd ji doza xwe ya rizgarî, azadî û têkoşîna demokrasiyê venegeriya, her li ber xwe da û hat van rojan, gihişt asteke ku li Rojavayê welêt xweseriyê beyan bike, dahatuya xwe bi destê xwe xêz bike. Ev pêşketin wekî agirê Newrozê yê her roj gurtir hil dibe, wê ber bi Rojhilat û Bakur ve jî pêtên xwe dirêj bike. Sedsala 21. dibe sedsala rizgarî û azadiya Kurd û Kurdistanê. Çawa ku gelê Kurd (pêşiyên wan Med) bi hilweşandina sazûmana koledariya Asûran ne tenê rê li ber rizgariya xwe, li ber ya hemû gelên herêmê vekirin,di roja me de jî bi têkoşîna azadî û demokrasiyê, ne tenê wê rê li ber rizgariya xwe, li ber rizgariya tevahiya gelên herêmê vekin. Gelê Kurd wê azadiyê diyarî hemû gelên herêmê bike û jiyaneke demokratîk û wek hev wê hînî tevan bike. Weyneke Kurdistanê ya bi vî rengî her dem li herêmê hebû û di roja me de zêdetir heye.

Heta ku li ser vê xakê agirê Newrozê tê hildan, ti hêzên dagirker û zordar wê nikaribin koledarî û bindestiyê li ser Kurdan ferz bikin.Dikarin vî gelî qir bikin, bidin koçkirin, bikujin, biavêjin zindanan, bi çekên kimyewî bombebaran bikin, her xerabiya ji destê wana tê bi ser serê wî de bînin, lê wê qet nikaribin daxwaza vî gelî ya azadî û demokrasiyê ji holê rakin û her wiha wê nikaribin vî gelî tine bikin. Ev sed sal in dagirkerên Kurdistanê dixwestin Kurdan tine bikin, lê roj bi roj Kurd derdikevin ser dika dîrokê û yên ber bi tinebûnê ve diçin dagirker bi xwe ne. Dagirkerên Kurdistanê di bin destê xwe de digrin îroj pev ketine. berê li ser xwîna kurdan hevkarî dikirin, ji bo kurdan qir bikin bi hev re peyman datanîn û ji hev re tevî hemû nakokiyên di navbera wan de dibûn bira û dost. lê îroj ew hevkariya di navbera wan de jî bi saya têkoşîna gelê kurd şikestiye û li hev bûne neyar. ev yek jî mafdarî û serkevtina aliyê kurd diyar dike.

dîsa emperyalîst û sermayedarên her dem dagirker diparastin û mafên kurdan ên herî bingehîn ji nedîtî ve dihatin jî, di roja me de ew qasî ne bi hêz û ne bi hevkarî ne. Polîtîkayên wan ên li Rojhilata Navîn têk çûn. Wan nedihesiband ku li Kurdistanê rewşeke şoreşgerî derkeve holê. Projeyên wan ên li ser tinekirina Kurdan bi dewletên dagirkerên Kurdistanê re nivîsîbûn, tev pûç derketin û niha ji xwe re li projeyên nû digerin. Lê êdî divê di nava van projeyên xwe yên nû de hesabê kurdan jî bikin ango cih bidin Kurdan jî. Ji ber ku Kurd êdî xwedî rêxistin, partî, armanc, doz, artêş, çek, hêz û ya herî grîng jî hişmendî û zanistî ne. Di demên berê de dijminên Kurdan çi bi serê wan de anîn, ji sedema rebenî û nezaniya wan anîn, lê Kurd êdî ne reben, ne jî nezan e; berûvajî di nava gelên li herêmê de gelê herî bi rêkûpêk û zane gelê kurd e. Gelê Kurd dizane bê çi dixwaze û ji bo vê daxwaza xwe têdikoşe, can dide, li ber xwe dide, serî hil dide. Ji bo vê jî roj bi roj ber bi serkevtinê ve dimeşe.

Ne tenê ev yek, gelê Kurd di tevahiya dîroka xwe de cara yekemîn e ku li ser her çar parçeyên welêt û li derveyî welêt di navbera rêxistin, sazî, partî, dezgeh û kesayetên Kurdistanî de digihêje hevkarî, hevtêgihiştin, hevpejirandin û karkirina bi hev re ku esas ya serkevtinê ji gelê kurd re bîne jî ev yek e.

Ji xwe wateya Newrozê jî ev yek e. Newroz roja hevkjariyê, hevalbendiyê, xurtkirina ruhê netewî, kurdewarî, xwedîderketina li çand, dîrok û nirxên netewî, destdayîna hev, berxwedana li hemberî neyaran, serhildana li hemberî zilm û zordariyê, avekirina jiyaneke bi rûmet û xwegihandina azadî û serkevtinê ye. Newroz jiyan e, xwe di agirê Newrozê de ji nû ve afirandin e. Bi wêrekiya Kawayê Hesinkar, bi berxwedana Mazlûm Dogan, bi têkoşeriya Egîd, Zîlan, Bêrîvan û Rehşanan meşa ber bi azadiyê ve, bidestxistina jiyaneke bi rûmet, azad, wekhev û demokratîk e. Newroza 2014an li gelê me û mirovahiya demokrasîxwaz pîroz be.

Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine