Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nexede/ Bavê şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê koça dawiyê kir

20:40 - 26 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Babê şehîd Ebdulla Ehmedî şehîdê PDKÎ li devera Nexedê seba pîrbûnê çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, Mam Ebûbekir Ehmedî xelkê gundê “Delme”a ser bi bajarê Nexedê, bavê şehîd Ebdulla Ehmedî şehîdê Partiya Demokrat a Kurdistna Îranê, wefat kir.

Mam Ebûbekir mirovekî xweşnav û hezkirî û cihê baweriya xelkê deverê bû.

Kurekî din yê navbirî bi navê “Xusro Ehmedî” kem endamê PDK Îranê ye.

Şehîd Ebdulla Ehmedî naskirî bi “Ewla Delme” sal 1360’an a Rojî li şerekî qehrimanane de li Banê şehîd bû û termê navbirî li gundê “Şino Zeng” teslîmê axê kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pirs û serxweşiya xwe li malbat û kes û karê Mam Ebûbekir Ehmedî dike û xwe di xem û pejara wan de bi şerîk û pişikdar dizane.

Riha wî şad