Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nexweşiya “MS”ê li parêzgeha Urmiyê de gihîştiye jêr hêla sor

10:39 - 6 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Welatê Îranê di ware belavbûna nexweşiya “MS” ê li Rojhilata navîn de, di pileya yekemê de ye, û ew nexweşiya di parêzgeha Urmiyê de jî gihîşte jêr hêla sor.

Pêka nîçeyên belavbûyî li nûçegihaniyên ser bi rejîmê, nexweşiya “MS” li parêzgeha Urmiyê de zêdetir ji berê belav bûye.

Berê “Sumeye Zar`i” Berpirsa Encûmena “MS” a parêzgeha Urmiyê ragihandiye: 4 hezar û 126 kes li parêzgeha Urmiyê de tûşî nexweşiya “MS”ê hatine.

Herwisa navbirî gotiye: Rêjeya jinên tûşbûyî bi vê nexweşiyê 2.5 hemberî mêrane û rêjeya tûşbûyan roj bi roj rû li zêdebûnê ye.

Nihavê de sitirês û givaşên ruhî anku derûnî, ji sedemên zêdebûna vê nexweşiyê ye, bi balkêşandin bi ser bilind bûna givaşên abûrî, ku dibe sedema bilindbûna givaşên derûnî ankû ruhî, Herwisa xuya dike ku egera vê hindê heye ew nexweşî zêdetir be.