Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nexweşxan Xumêynî a parêzgeha Urmiyê xala qewim li ser rûpela wergirtina nesaxan zêde kir

12:41 - 7 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Di pêngaveke nû de, berpirsên nexweşxaneya Xumêynî, bo wergirtina nesaxan, li ser rûpela taybet bi wergirtina nesaxan, xala qewim pê zêde kirin.

Rûpelek ku di nav torên civakî de dest bi dest dibe û welatiyên parêzgeha Urmiyê û heta xekê bajarên din jî, bi awayekî tûn nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Di ser wê rûpela ku nexweş navnîşanên xwe pir dikin, li qirax çend xalên din xala qewim jî, ji aliyê berpirsên nexweşxaneya Xumêynî a parêzgeha Urmiyê ve, pê hatiye zêde kirin.

Bi wî awayî, ew nesaxên ku rû li wî nexweşxaneyê dikin, dê pêka pîvera qewmî karên wan cîbicî bikin.

Ew karê han di demekê de ye ku, heya niha li tu yek ji belgeyên hikûmetî û fermî, tu carî tişteke wiha nehatiye nivîsandin, û ev hewla rejîmê jî, dijayetiyeke di nabera neteweyên din ên Îranê de.