Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nîgeraniya Antonyo Gotrêz ji rewşa binpêkariya mafê Mirov li Îranê de

11:17 - 26 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Sikirtêrê Rikxistina Netewên yek bûyî li derbarê binpê kirina mafê mirov li Îranê de, nîgeraniya kure xwe da xuya kirin.

Antoniyo Gotrêz Sigirtêrê netewên êkgirtî di rapora fermiye xwe de, rewşa mafê mirov li Îranê de cihê nîgeraniyê da zanîn.

Gotrêz got rewşa xirabe mafê mirov li Îranê de û tepeseriya xelkê û girtin û sêdare û zulma ser jinan, ez û hemi Cîhan dilgiran kirine.

Sikirtêrê UN tewî eyana nîgeraniya xwe ji tepeserkirina berewankarên mafê mirov di Îranê de, daxwazkarê dabînkirina ewlehiya çalakên mafê mirov, Rojnamewana, Nivîskaran, Kirêkaran, Jîngeparêzan, kir û daxawz kir bila rejîma Îranê dest ji girtin û îşkence û sêdarê bikêşe.

Navbirî li rapora xwe de tewî daxwaz kirin ji rejîmê ku xwe ji dana hukmê sêdarê biparêze, got hewceye ku Îran tewlî konvansiyona nehêlana ferq û cudahiya ser jinan jî kir.

Wî dilgiraniya xwe ji êdama zarukan li Îranê de, da xuya kirin.