Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nîgeraniya Netenyahû ji egera nêzîkiya Amerîka û Îranê

12:37 - 28 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Îsra`îl nîgerane vê yekê ye ku, nêzîkbûna Amerîka û Îranê, renge bi ziyana Îsra`îlê dawî pê bê.

Serokwezîrê Îsra`îlê “Binyamîn Netenyahû” ragihand ku, nîgeranê vê yekê ye ku lihevkirina Îran û Amerîkayê bi ziyana Îsra`îl û hêzên dijberî rejîma Îranê dawî pê bê.

Bi pêşniyar û naybendçîiya Firansayê, ewa çend rojeke base egera danûstandina di navbera Îran û Amerîka yê de heye, û wê yekê jî zaf helwêst û dijkiryar bi duh xwe re anîn.

Wezîrê dervey ê Amerîkayê “Mayik Pompêo” gotiye: Danûstandin digel Îraniyan, nîşana lewaziya Amerîka nîne.

Şêvirmendê ewlehî a Neteweyî ê Koşka Sipî “Can Bolton” jî her di vê derheqê de ragihandiye: Gotûbêj digel Îranê, bi wataya goharîna helwêsta Serok Tiramp nîne.

Herwisa di nav Îranê de jî, dijkiryar hatine nîşandan. Parek ji endamê Meclisa rejîmê di nameyekê de bo Hesen Ruhanî, dijberiya xwe digel rûniştina bi Ameîka yê re dane xûyakirin.