Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nihêrînek bi hevlbendiya kadîma Û Natanyaho; Radîkaltirîn hikûmeta Îsraîl

22:46 - 24 Gulan 2012

N: Ferehmend Elîpûr

W: Arîn


Natanyaho, serokwezîrên Îsraîlê li halekê de dest avête xurt û bihêzkirina kabîneya hevalbendiya xwe ku li mehên dawîn de, hikûmeta wî ketibû bin givaşa rexne û lomeyên tund de. Lewre nûçeya tevlîbûna partiya Kadîma, weke mezintirîn parta li nav parlimana Îsraîlê bi kabîneya Natanyaho, serketinek mezine jêre û bersivek e bi rexnegir û dijberên hikûmeta wî ku niha şûn de bi moral û cesûriyek zêdetir ve li hemberî wan de bisekine.

Natanyaho wekî rêberê parta tundajo ya Lîkod, bi hizba nermrew a Kadîma bi rêberiya Şaol Mofaz re hevalbendiyek bidest xistin ta ku li rex partiya Îsraîl Bîtna bi rêberiya Awîdigor Lîbirmen û Partiya tundajoya mesebî a Şas, bi rêberiya Elyaho Yeşay yek ji radîkaltirîn hikûmetên di dîroka Îsraîlê de pêk anî û kabîneyek berfireh û pir alî û bi piştewaniyek xurttir li Parlimana Îsraîlê ( kinsêt) de pêk bîne.

Aliyê din yê hevalbendiya Kadîma –Natanyaho


Kinêst (Parlimana Îsraîlê) xwediyê 120 korsiyan e û partiya Kadîma xwediyê 28 endaman. Lîkod 27 korsî, Îsraîl Bîtna 15 kursî, Partiya şas 11 kursî, partiya hevlabend ên Tewrat û Yehûdiyet jî xwediyê 5 kursiyan e bi hinek partiyên biçûk re. Niha mezintirîn partiya rexnegir û rikeberê hikûmetê li Kinêstê de hizba Karker e ku tenê 7 kursî hene. Bi hevalbendiya nû re sercem 94 kursî li Kinêstê de piştewanê hikûmeta hevalbendî in bi rêberiya Natanyaho.

Şaol Mofaz li dor vê hevalbendiyê re dibêje: Ev firaksiyona 94 kesî li Kinsêtê de dikare zêdetir alîkariya Îsraîlê bike bona ber bi rûbûna bi girift û pirsên pêşerojê. Li hemberî vê îtilafê deŞilî Yakmovîç, seroka pratiya Karker serbarê rexneyên tûj ji vê hevalbendiyê, ragihand ku tu kes Natanyaho û Mofaz bawer nake û hikûmeta nû bi hikûmeta herî tirsenok û radîkal li dîroka siyasî a Îsraîlê de da zanîn. Herweha da zanîn ku bi tevlîbûna Kadîmayê bi Hikûmetê re, jiyê opozîsyon bûn û rexneyên çewaşekarane ji hikûmeta natanyaho derbas bû.
Ji aliyê din ve jî Tisîpî lîvnî, wezîra karê derve ya berê û seroka berê ya Partiya Kadîma’yê li rûpela xwe ya facebookê de eyan kir: dizanim ku we bi bihîstina nûçeya han çi hestek heye, lê we xatircem dikim ku eva dawiya rê nine û hêj riyên din jî hene.

Kabîneyek yekgirtî û şeranîtir li dijî Îranê
Natanyaho berî wê ku li hizra hilbijartinek pêşwext yan hevalbendiyek nû re be, dest bi jikar avêtina kesatî û moreyên rexnegire siyasetên hikûmetê kir.
Destpêkê de Moîr Dadgan, serokê berê yê Mosad’ê ku çendîn caran siyasetên derekî ên hikûmeta Natanyaho bi taybetî derheq Îranê rexne kiribû, ji kar avêt û li cihê wî de Tamîr Pardo, ku berevajî Dadgan, xwaziyarê êrîşa leşkirî li dijî Îranê ye destnîşan kir.

Herweha Natanyah, Gabî Eşkenazî, serokê sitada hevbeş a Artêşa Îsraîlê ku ji dijberên êrîşa leşkirî bû li dijî Îranê, xanenişîn kir û Yoaf Galant, fermanderê operasiyona Îsraîlê bi dijî ‘’Xeze’’yê li sala 2009’an xiste ciyê wî.

Renge wiha bê berçaw ku xurtbûna hevalbendiyek weha dê bikare ji tundrewiyên hikûmeta Natanyaho kêm bike, lê bi nihêrînek kurt bi ser karnameya Şaol Mofaz re xuya dibe ku hevalbendiya niha pêtir dişibe hevalbendiyek dijî aştiyê bi Filistîniyan û nemaze şerxwaztir li dijî Îranê.
Çunku Şaol Mofaz ku li hikûmeta Ehod Olmêrt de wezîrê Berevaniya Îsraîlê bû, ji kesên yekem bû ku bas ji êrîşa ser Îranê kir.Niha pirsiyarek tê pêş ku ew kesên ku bi salan li astên herî bilind ên Îsraîlê de berpirsatî hebûne û niha li hemberî siyasetên hikûmetê de bûne rexnegirên tund, çawane ku piraniya endamên Kinsêtê nasyonalîstên tundrew yan mesebiyên radîkal pêk tîne? Çi bûye ku partiyên nermrew ên weke Karker îro rojê bi tenê 7 endam li Kinsêtê de hene li halekê ku partiyên tundajo pêkhînerê mezintirîn firaksiyonan li Kinsêtê de ne? Serbarê gefên li ser Îsraîlê bi taybetî ji hêla rejîma Îranê ve, lê wekî xuya Îsraîl jî tûşî nejadperestiyê bûye.