Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nimayîşkirina mirina Evîn li bajarê Merîwanê û derdurê wî birêve çû

15:09 - 29 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Grûpa şanogeriya Ehura li Merîwanê heyameke dest bi nimayîşkirina şanoyek bi navê mirina Evîn ê kirine.

Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, ew şanoye ku seba roja navdewletiya Mîn hatiye çêkirin pitir ji 60 cihên cur bi cur ên Merîwanê û derdurê wî hatiye nimayîşkirin.

Şanoya mirina Evînê derhêner “Ezîzî Zadser” ji meha Xakelêwe a rojî dest bi nimayîşa xwe kiriye û heya dawiya maha Banemera rojî dirêje heye.

Şanoya han bi hiceta rêzgirtin ji qurbaniyên Mînê li Kurdistanê hetiye çêkirin û herweha hayîdarkirina karbidestên rejîma Îranê li wî varî de.

7060.jpg


Hicetek din li vê şanoyê de xemsariya rejîma Îranê di vê pêywendiyê de çareseriya pizişkî û bîrkirina qurbaniyên mînê li Kurdistanê û hayîdarkirina hevwelatiyan li hebûna mîn li ser sînoran.

Li vê şanoyê de hejmare şanokar weke Ezîzî Zadser, Kamil Husênî, Mihemedriza Emînî hen.

Ezîzî Zadser derhênerê şanoya mirina Evînê 10 sal berî iha kerê huneriya xwe dest pêkiriye û heya niha di çendîn berhem li festîvalan de pişkdarî kiriye.