Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Niqurçk

02:26 - 6 Hezîran 2012

Ceifer Mubeşirniya

Hunermendê Fars ê “Rap” û xwedî alîgirên taybet di nava Îranî û Farszimanan “Şahîn Necefî”, bi stranekê bû benûştê devê melayên xurufî ên Îranê, û futwaya kuştina wî derçû.
Ji bo ku sekreterê Giştî yê Kotikê jî ji karwanê xurufîna melayan bi cih nemîne, bêhn berda û got: Ên ku navên xortên wan “Şahîn” e, tên û navên wan diguherin. Eve carê derewek du şax e! Lê bixwe jî piropagendeyek zaf kiriye Ku her kes navê xortên wan “Şahîn” be, bihên kotikê û emê ji wan re biguherînin û pêşniyar jî kiriye ku xelkê Îranê navên xortên xwe bikin Remo! û navên keçên xwe jî bikin Şemo! hhhh.

Vêca cenabê Sekreter, ger mêlaka te bi vê yekê êmin dibeee, bila bibe. Xelkîno herin wusa bikin. Herçend ku navên gelek pîroz in, lê bira xort, bav, bapîr, bira, nevî, nevîçirrrrk û çirrrrî virrrrrî her hemû Remo!! Herwusan Keç, xwîşk, dayîk, xalet, met, jinxal, û ... jî her Şemo!!! Hehehehe.. weylooo wî aqilî, ji xwe napirse ku gelo, ger wa be, mîna garanê çawa dibêjin ew “çêlek” in û ewane jî “conega” ne, kes nikare wan ji hevdu cuda bike.

Renge eva ku dibêjin Yek Netewe, Yek Ol û yekziman renge eva be!!! Rebenno rabin haja we ji we hebe. Ma sala 1979’an Xomênî siwarî patika we bû, bes nine ku niha caşikên Xumênî dixwazin heman karî dubare bikin. Xoş ecayibe haaa, li hemû cîhanê mirov siwarî keran dibin, li Îrana ker dixwazin siwarî mirovan dibin!!

Xumênî bêt? Ka kurtan ken bila bêt!!
Du rojan berî niha salvegera mirina Xumênî bû. Rejîmê bi piropagendeyên xwe nekarî xelkê Îranê qanii bike ku xwe reşpûş bikin. Lê li dervey Îranê hin kar hatin encamdayîn ku ji şermê pêtir tiştek din nebû!

Malpera “BBC” mijarek li ser nesaxî û çawaniya mirina Xumênî nivîsandiye û min jî ew xwend. Ez gihîştim encamekê ku mirina Xumênî pêtir dişibe mesela “seyê mam Îsa”. Salên berê li Dolepêsana Urmiyê “Îsayê bavê Elo” hebû ku seyek wî jî hebû. Wî seyî ji çinik “hurkenan”an pêtir tu tiştek nedîtibû.

Rojekê di navbera “Îsa” û xêzana wî de şer çê dibe û xêzana wî jî ji kerb û hêrsan de teşta “Girde û kade”yên ku ji parşîva “Remezan”ê re patibûn avêtibû ber se. Seyê malmîrat ku ji çinikan pêtir tiştek nexwaribû, bû îske wîska wî û reviya! çimku bawer nedikir ku wê rojek bê seyê Îsa kadan bixwe.

Xumênî jî ku tucaran bawer nedikir ku wê rojekê bibe rêberê Îranê, lê dema ku xelkê Îranê ku ji xêzana Îsa pêtir girr girtibûn û aqilê xwe wenda kiribûn Xumênî kirin rêberê Îranê, Xumênî mîna seyê Îsa reviya lê di rê de “tebekê ”girt û mir.

Dibêjin mêr dimire nav dimîne û ker dimire kurtan dimîne. Kurtanê Xumênî jî ji kerên Îraqê ên ku zivistana li deşta Herîrê kom dibin, re maye.