Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa hewcehiyên rojane yên xelkê berdewam zêde dibin

14:31 - 24 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Hevdem digel vekişiyana yek alî ya Amerîkayê ji Bercamê, egera sepandina dorpêçên nû, û zivirîna dorpçên berê yên li dijî rejîma Îslamî a Îranê heye, û bazarên Îran û Kurdistanê tûşî helawsan (tewerom, enfilansiyon) û giraniyê bûye.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê,  di rojên derbazbûyî de nirxa kelûpel û hewcehiyên rojane yên xelkê, bitaybet di Kurdistanê de, bi rengekî heyrîmayî giran bûne, ku bi qasekî zêde ye, ku di demên derbazbûyî de li çav niha şiyana kirîn û dabînkirina hewcehiyan ji bo xelkê bizehmet kiriye.

Li gora zanyariyên dawî, di demekê de ku di çend rojên derbazbûyî de di bazarên bajarê Seqizê de kîloyek şimtî  ji 800 tûmenî gihîştiye 1500 Tûmenî, niha jî ev nirxa bi qasî 2 hezar Tûmenî giran bûye,

 Bazariyekê xelkê Kurdistanê di pêwendiyeke telefonî de tevî erêkirina vê nûçeyê, ji malpera “Kurdistanmedia”yê re ragehandiye ku: Rejîma neberpirs a Axûndî bi armanca zivirandina pere ji bo navxweyî welat, û çareserkirina xesarên malî yên xwe, bi qasekê zêde ji asta hewce, dest bi şandina fêkiyan ji bo welatên cîran  û yên deverê kiriye, her bi vê sebebê jî tenê di heyama pênc rojên derbazbûyî de, nirxa fêkiyan di navxweyî Îranê û bitaybet di Kurdistanê de zêdeyî %40 giran bûne.

Karnasên aborî wisa didne zanîn ku, berdewambûna rewşeke wiha  ji ber liberçavgirtina zêdebûna rêjeya bêkarî û bilindbûna zêde ya helawsanê û kêmbûna nirxa perê Îranê, rewşeke bi vî rengî pêk tîne ku xelkê neçar dike da ku li dijî rejîmê bêne ser şeqaman.