Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa hewcehiyên xwandinê du beranber zêde bûye

11:56 - 17 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Nirxa hewcehiyên xwandinê li Îranê de pêka sala derbas bûyî, du beranber zêde bûye.

Serokê civata berhemanîna alavên xwandinê di Îranê de got: nirxa hewcehiyên xwandin û nivîsînê, yên wekî: Pênûs, lênûsk, kaxez, qelem tiraş, jêbir, xet kêş, pênûs rengî, çente û…hwd, pêka sala derbas bûyî, 2 beranber bilind bûye.

Bi hegera dorpêçên aborî li ser rejîma Îranê û siyasetên şaş ên rejîmê, dizî û gendeliya deshilatdarên rejîmê, û herwisa pêşkêşkirina serweta Îranê bi girûpên terorîstî ên derveyê welat re, roj bi roj rewşa xelkê xirab dibe û bilindbûna nirxan zêdetir perê xwe di ser welat de dikêş e.

Tête çannihêrî kirin ku heta dema vebûna qutabxanan hewcehiyên xwandinê bahatir jî bibin, ku bê guman bi wê hegerê jî gelek malbat li ber wê ku nikarin wan hewcehiyan dabîn bikin, dê zarokên wan ji xwandinê weqetin.