Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa kaxez welatî heyrî may kirin

19:03 - 29 Nîsan 2019

 Kurdistanmedia: Nirxa kaxez di welat de bi awayekî heyrîmay bilind bûye.

 Pêka nûçeyên belavbûyî, li Îranê di heyama 48 demjmêran de nirxa kaxezê bi awayekî heyrîmay %22 ji bilind bû û xwedî pênûs û xwendekar heyrîmay kirin.

Seiyd Husên Mîrbaqirî serokê Yekîneya Sênfî a firotina kaxezê derheq bilindbûna nirxa kaxezê di heyama 48 demjmêran de got: Nirxa her topeke kaxezê ya bi qasî 70 geremî a 70 li100 di heyama 48 demjmêjran li 450 hezar Tûmenî heya 550 hezar Tûmenî bilind bûye.

Ev bilindbûna nirxa kaxezê di nav bazarê Îranê di demekê de ye ku, di heyama mehên bê de demsala çapkirina pirtûkên dersê û alîkarên dersê herwisa lênûsk û hewceye dersxwanan vê bê û di berdewamiya vê piroseya bilindbûna nirxa kaxezê de, xeyrî arîşeyên ku bo Pîşeya weşan û pirtûkan diafirîne malbat jî bo dabînkirina hewcehiyên dersxwendinê rastî astengiyan dike.

Her di vê pêwedniyê de roja Duşemî Salhî Wezîrê Îrşadê di pêşangeha pirtûkan ya ku li Tehranê hate lidarxisit ji Xamne`î rêberê rejîma Îslamî ya Îranê re got ku, dibe arîşeya kaxezê bê çareserkirin wiha nabe.

Yek ji berhemanîn kaxeza Pilast jî gotiye ku her çend ku madeyên destpêkî yên berhemanîna vê kaxezê di welat de hene lê bi nirxa perê biyanî difiroşin.

Herwisa berpirsê sîndîkaya berhemanîna kaxezê gotibû ku, hekî kirîn û firotina kaxezê bê zelalkirin êdî tu kes nikare perê dewletê bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.

Axavtinên berpisê sindîkaya kaxez û hin berhemanîn kaxezê vê yekê derdixînin ku, beripirsên rejîmê bixwe li bodceya ku bo vê Pîşeyî diyarî dikin destpîsiyê dikin û ji aliyekî din ve jî piştevaniya dewletê ji ve destpîsiyê nayê kirin, arîşeyên wiha bûne sedema da ku berhemanînên kaxezê rastî arîşeyan bên û nirxa vê jî bilind be.