Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa kincên forim ên dibistanê di bajarê Urmiyê de bilind bû

11:55 - 11 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Nirxa kincên forim ên dibistanê di bajarê Urmiyê de %80 bilind bûye û eve jî nigeraniya welatiyan li pey xwe hebûye.

Heyama destpêkirina dibistanê nêzîkbûye, û nirxa kincên forim ên dibistanê di bajarê Urmiyê de %80 bilind bûye, û bilindbûna wan nirxan nigeraniya welatiyan li pey xwe hebûye.

Berpirsê Yekîtiya Kinc û Dirûvanê, Dawud Pûr Elî, di civîna digel Nûçegihaniyek a girêdayî rejîmê daye zanîn ku, ji sala derbasbûyî ve heya niha nirxa têl, derzî û bişkok 3 hember bilind bûne, û eve jî bûye sebeb ku, nirxa kincên forim ên dibistanê jî bilind bin.

Navbirî gotiye: Hewcehiyên destpêkî ên kincan, piraniyan wan li derveyê welatê tê kirin, û kompaniya bo peyda kirina wan hewcehiyane digel pirsgirêkan rûbirû dibin.

Berpirsên rejîmê tenê bi axavtin pirsgirêkan çareser dikin, lê bi kiryar her tiştek wekî xwe dimî ne.

Ji aliyek din jî, nirxa alavên xwandinê di Îranê de pêka sala derbas bûyî, çend hember bilind bûne.

Berpirsên rejîm pirsgirêkan çareser nakin û eve jî dibe sebeba vê yekê ku welatî nekarin bi sedema bilind bûna alavên dibistanê zarokên xwe danîne ber xwindibnê û eve jî arîşeyeke mezine bo civakê.