Kurdistanmedia: Nivîser û lêkolerekî navdar ê Kurd ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê koça dawiyê kir.
Roja Şemî 9`ê Xermanan, Mamosta “Mela Ehmed Nezerî” nivêser û lêkoler ê Kurd, bi sedema nexweşiya dil, di temenê 73 saliyê de çû ber dilovaniya xwe.
Navbirî ji aliyê Mamosta “Qani`i” ve, bo nivîsînê hatiye handan û çendîn berhem pêşkeşî pirtûkxaneya Kurdî kiriye.
Berhemên “Mela Ehmed” wiha ne: Zayeleyî Zirêbar, komkirina dîwana Mela Hesen Dizlî, Pirtûka Gencîney peyva Kurdî, komkirin û amadekirina dîwana Ferîqî, gotinên xweş ên Kurdî, û gulbijêrek ji rişteya Mirwarî”.
Mamsta “Mela Ehmed Nezîrî” Kesayetiyekî xweşnav ê deverê bû, ji bilî nivîsîn û mamostayetiya mizgevtan, di xwendingehên Merîwan û Sine de jî, erkê wane gotinê ji stuyê wî bû.
“Mela Ehmed” sala 1325 a rojî li gundê “Degaga” a ser bi bajarê Sewlawa ji dayik bû, û heya dawiya jiyana xwe, ji xizmet çand û netewa xwe de bû.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê Sersaxiyê ji malbat, xizm û kesûkarên wî zana û civata zanayên olî re dibêje û xwe bi hevparê xema wan dizane.