Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nivşa nû tu giringiyekê bi rêjîma Îranê nade

18:18 - 28 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Karbidestên rêjîma Îranê dane zanîn ku nivşa nû a Rojhilata Kurdistanê tu giringiyek bi hebûna rêjîma Îslamî a Îranê nade.

Biryargeha “Hemze” a Spaha Pasdaran a terorîst di daxûyaniyeke fermî de ragihandiye: “Malbat û nemaze nivşa nû, divê xwe ji Partiyên Kurdan bi dûr bigirin.”

Ev gotine derdixe ku rêjîma Îslamî a Îranê lihember xebata xelkê Kurdistanê şikest xwariye û didine zanîn ku şikest xwarin e.

Binke û navendên Spaha Pasdaran a terorîst a rêjîma Îranê, bi berdewamî bas ji çalakiyên nawxweyî ên Partiyên Kurdan dikin ku xebata xwe berfirehtir kirin e.

Hevdem berpirsên rêjîma Îranê, gefa ji Partiyên Kurdan dixwen ku bersiva xebatên wan yê bidin.

Tevlîbûna ciwanan di nav refên Hêza Pêşmerge de, tirs xistiye di nav dilê rêjîma Îranê de.

Rêjîma Îranê bo dijatîkirin û berevanîkirin li hember çalakiyên Partiyên Kurdan, xwe ji tu cinayet û êrîşkirinekê naparêzin.