Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nizar Zakka: Spaha Pasdaran di girtîgehê de ez îşkence kirime

17:23 - 13 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Hevwelatiyê Lubnanî ku îqameya Amerîkayê heye, û ev heyama 4 salan bû di girtîgehên rejîma Îranê de hepsî bû, piştî azadkirinê, bas ji îşkencekirina di nav girtîgehên rejîmê de dike.

Roja Sêşemî 11`ê Hezîrana 2019`an, Nizar Zakka welatiyê Lubnanê ku li ser gazîkirina rejîma Îranê serdana wî welatî kiribû, û piştî derbazbûna 4 salan bi ser desteserkirina wî de hate azadkirin.   

Wî welatiyê Lubnanê daxwaz ji serkomarê Amerîkayê kir da ku hewl bide girtiyên Amerîkî yên li girtîgehên Îranê rizgar bike, çimkû rewşa van di girtîgehên rejîma Îranê de tu baş nine.

Navbirî ragihand jî: Tu kes li ser erdê nabe êş û azarên wiha bibîne ku min û êxsîrên din yên li destê rejîma Îslamî ya Îranê, dibînin û berxwedaniyê dikin.

Wî pisporê warê kampûtêrê, li ser daxwaza rejîma Îranê bo gotarbêjiyê di konferansek de, serdana Tehranê kiribû, di Xermanana 1394`an hatibû desteserkirin û bi tohmeta alîkarîkirin digel dewleta Amerîkayê, bi 10 sal heps hatibû cezakirin.

Herwisa navbirî eşkere jî kir, ku di girtîgehê de hatiye îşkencekirin û wezîfedarên Spaha Pasdaran ji wî regotine ku: Îran di bin kontirola me de ye û em biryar der û dadwerin û ev desthilat destê me de.