Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûçegihaniya Mêhr avakirina dewleta Kurdistanê wekî dewleta DAÎŞ’ê bi nav kir

16:10 - 12 Hezîran 2017

Kurdistanmedia: Nûçegihaniya Mêhr ku di destpêkê de nivîsandibû: “Binûsin welatê Kurdistan” lê bixwînin “welatê DAÎŞê”, piştre sernûçeya xwe guherî û kire “referandom bo avakirina welatê Kurdistan ya Daîşîzım di kinceke nû de”.

Nûçegihaniya Mêhr ku nikare dijberiya xwe digel avakirina deshilateke Kurdî di cîrantiya Rojhilata Kurdistanê de tab bike, û hemû riyan bo serneketina vê rapirsiyê û heta birêveneçûna wê diceribîne, wekî pîşeya xwe ya hertimî dest bi weşandina vir û derev û çewtekariyan li dijî vê herêmê kiriye.

Nûçegihaniya Mêhr di destpêkê de dinivîse ku: “Hinek ji partiyên Kurd ên Îraqê hevdem digel êrîşa terorîstî ya DAÎŞ’ê di Tehranê de biryara referandomê dan”.

Nûçegihaniya Mêhr di nava vê nûçeya xwe de, biryara referandomê û hewldana bo AVAKIRINA dewleta Kurdistanê di çarçoveya terheke Amerîkayî de dide nîşandan, û dinivîse ku: “Avakirina deshilata saxte û tezwîr ya Kurdistanê xewneke mêjîn a Amerîkayê ye, bo peyakirina xerîteya Împeryalîstî ya Rojhilata Navîn ya nû, û di çarçoveya pirojeya dagîrkariyê a naskirî bi pirojeya “Baydin” de ye, ku dixwazin Îraqê bi sê welatên Sunî û Şî’e û Kurd parve bikin.

Di dawiyê de nûçegihaniya Mêhr ku dizane çawa bêhurmetî bi neteweya Kurd bi taybetî di Kurdistana Başûr de kiriye ku bûne remza xebata li dijî terorîzmê li ser asta cîhanê de, dinivîse ku hisaba Kurdên ku xizmeta welatê xwe kirine cuda ye, ku bêguman ew jî wan Kurdan bi baş û welatparêz dizanin ku xizmeta xewnên wan ên gemar ji bo têkdana ewlehiya Herêma Kurdistanê û di dawiyê de jî hiloşandina vê deshilata Kurdî dikin.