Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûçeya Rojnameya Kêyhanê, dijkiryar li pey xwe hebû

19:37 - 8 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Lêjneya çavdêriya medyayên Îranê, bi sebeba danîna nûçeyeke tund û pirr ji gefxwarin di Rojnameya Kêyhan de, hişdarî da wê rojameyê.

Di roja Sêşemî 16`ê Xezelwera 1396`an, Rojnameya Kêyhan ku ji aliyê “Husên Şerî`etmedarî” nûnerê Xamineyî vet ê birêvebirin, piştî êrîşa mûşeka balistîk a li dijî Erebistanê, nûçeyek li jêr navê “avêtina mûşeka “Ensarullah” ber bi Riyazê ve, û armanca din jî Dubyê” daniye.

Lêjneya çavdêriyê di nameyekê de ji bo rojnameya Kêyhan nivîsiye, ev hişdariye bi armanca bîranîna berpirsayetî û erka dezgehên ragehandinê ye, û li beramber parastin û berevankirin ji berjewendiyên welat û herwiha berçavgirtina berjewendiyên welat li gora yasa û rêsayan, ku ji berpirsê yekem ê vê rojnameyê re hatiye danê.

Ev hişdariya bi rojnameyekê hatiye dan ku ji aliyê nûnerê rêberê rejîmê ve bi rê ve diçe, û tu encamekê wê tunabe,çimku di destpêka mijara vê rojnameyê de hatiye, “Pêkenîn di vê yekê de ye ku ev dezgehên medyayî ku mijarên wan li destpêkê de li dijî aramî û berjewendiyên neteweyî ne, ji nişkêve dilgiranê berjewendiyên neteweyî dibin, û herwiha rojnameyên hundir ê girêdayî bi rejîmê bas ji vê yekê kirine ku, ev babeta henekkirin e bi rojnameyeke fermî weke Kêyhanê, û belgeyeke di destê Erebistan û Amerîka û herwiha rola Îranê di avêtina mûşekê ber bi Erebistanê nîşan dide.

Di vê serdêrê de ku gef li Dobey hatiye xwerin, medyayan ev weke piştrastkirina vê tawanê bi nav kirine, ku rejîma Îslamî Îranê dane, û herwiha di medyayên hundir yên Îranê de jî dijkiryar li pey xwe anîne, û bi bawera piraniya wan, ev babeta Kêyhanê pirsgirêk û serêşê bo wan dirust dike.