Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê Hizba Demokrat di semînara 70.mîn salvegera carrnameya cîhanî ya mafê mirovan de beşdarî kir

12:13 - 11 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Nûnerê Hizba Demokrat di Yekîtiya Eropayê de, di semînara 70.mîn salvegera belavbûna carrnama cîhanî ya mafê mirovan de beşdarî kir.

Roja Duşemiyê 19`ê Sermawezê di çarçoveya kar û çalakiyên beşa Pêwendiyên Derve ên PDKÎ, Hisam Destpêş nûnerê PDKÎ li YE di semînara 70.mîn salvegera mafê mirovan di navenda “Yaneya Medyayan” li Birukselê de beşdarî kir.

Ew semînar taybet bû bi rewşa mafê mirovan di YE û dervey vê rêkxirawê de. Di beşeke semînarê de, bas ji zextxistina li ser dewletan hate kirin, da ku rewşa mafê mirovan baştir bikin.
Di vê semînarê de, çar kesayetî ji navendên cuda, wekî pirsekê di navxwe û dervey YE, bas ji biyavên cuda ên mafê mirovan kirin.

Di vê semînarê de nûnerê PDKÎ di çarçoveya boçûn û pirsyaran de, bas ji gefên li ser Kurd li Rojhilata Kurdistanê û binpêkirina mafê mirovan û metirsiyên li ser azadiyê ji aliyê rejîma Îranê ve kir.

Di dawiyê de beşdarbûyiyan pêdagirî kirin li ser zêdekirina zext û givaşan li ser YE, bona vê ku bi zextxistina li ser dewletan, kar bike bona baştirkirina rewşa mafê mirovan.