Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê Hizbê beşdarî li kongireya Partiya Sosiyal a Gel li welatê Danmarkê kir

11:59 - 23 Adar 2022

Nûnerê PDKÎ “Hejar Deştî”, li ser banghêjnameya fermî ya “Pariya Sosiyal” a welatê Danmarkê beşdarî li kongireya wan kir.

Li vê heyamê de ku kongire hate lidarxistin, nûnerê Hizb digel çendîn kesayetiyên siyasî yên wê partiyê, endamên parlemanê û mêvanên bîhanî çavpêketin pêk anî.

Di wan çavpêketinan de, “Hejar Deştî” siyaseta Hizbê û pirsa gelê Kurd bi giştî û nemaze Rojhilatê Kurdistanê bas kir.

Herwisa navbirî di dîdarek taybet de digel “Margrête Awkin”, Nûnerê Partiya Sosiyalîst li parlemana Ewropayê, behsek li ser meseleya Kurd kir.

“Margrête Awkin” soza vê yekê daye ku ji îro paş ve di çarçêveya karê xwe de hewla zêdetir dide ku pirsa Kurd zêde behs bike û girîngiyê bi pirsgirêkan bide.

Kongireya wê rêkxirawê her sal rojên 18, 19 û 20`ê meha Reşeme bi rê ve diçe.