Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê mecilsa rejîmê yê li bajarê Sine serdana Hesen Rohanî bo wî bajarî rexnekir

17:25 - 23 Nîsan 2019

 Kurdistanmedia: Nûnerê mecilsa rejîmê yê li bajarê Sine nerazîbûna xwe li hemberî serdana serkomarê rejîmê bo bajarên Kurdistanê nîşan da.

 Mensûr Muradî endamê Civata Nûneran li meclisa Şêvra Îslamî, roja Çarşemî piştî betalbûna serdana Hesen Rohanî serkomarê rejîmê bo bajarê Sine got serdana Rohanî bo vê parêzgehê tewav nimayêşî ye.

Navbirî got herçend ku biryar wisa bo du hefteyan berî niha serdana Rohanî bo bajarên Kurdistan bê encam dan lê, heya niha tu yek ji berprisên vê parêzgehan di vê derheqê de nehatine agehdar kirin da ku arîşeyên xelkê vê parêzgehê amadebikin û bo serkomar bas bikin, û heya heyeta serkomar jî ev yek hevaheng nekiriye.

Nûnerê hevwelatiyên bajarên wekî Merîwan û Serwabadê yê li meclisa rejîmê de got, pirs wira ye ku, ma çend pirojeyên girîng yên di vê parêzgehê de hene ku hewcehî bi amadebûna serkomar hene bo destbikarbûnê? Yan çend ji sedî biryarên serdanên berê yên serkomar bo vê parêzgehê hatine cîbicîkirin?

Navbirî bi rexnekirina vê yekê ku, ji sedî 0 j biryarên berê yên Rohanî yên li Kurdistanê hatine cîbicî kirin, û serdana serkomar tenê di asta axavtin bo xelkê û nimayêşî ye.

Herwisa Muradî got li gorî agahiyan, berpirsên payebilind û navendên piştevaniyê yên bajar bi pêwnedîgritin telefonî digel hevwelatiyên bajarên derdorê daxwaz ji van kirine da ku bi pêşwaziya serkomar bên, û eva di demekê deye ku hewce nake hewvelatî metirsiyên cadeyên bajarên wekî Merîwan û Serwabadê bidin berahiya xwe da ku guh li axavtinên docarî û bêbinigeh yên Rohanî bigirin.

Wî nûnerî mecilsê got baştire ku serkomar her li Tehranê destûra sererastkirina bilez a cadeyên bajarên wekî Merîwan û Sine bide da ku, serdana wan parêzgehan bike û bo xelkê bi axive.

Herwisa navbirî bi rexnekirinê tîma aboriya dewletê got: Ma serkomar bi serdana xwe bo wê parêzgehê bi hebûna pitansiyla bilind ya cotiyarî û sînoran, wê asta bilind a betalî û bilinditirîn asta nirxan di parêzgeha Sine de kêm bike?

Di dawiyê de Muradî got, serdana serkomar bo vê parêzgehê netenê ku tu mifahek tunîne belkû xerceke zêde jî ser milê me dadinê, çimkû heya niha tu kiryarek bo cîbicîkirina soz û qewlên berê yên serkomar yên derheq derfetên kar bo ciwanan û tawavkirina pirojeyên nivîşkan yên parêzgehê nehatine cîbicîkirin.

Her di vê pêwendiyê de, Mistefa Êqlîma Serokê Dezgeha Alîkarîkirinê ya Îranê di gotûbêjekê de eşkere kiribû ku, soz û qwelên vala yên berprisên rejîmê, û destpîsiya berpirisên payebilind yên rejîmê, betalî, nebûna derfetên kar, bilindbûna bê sînor a nirxan û cîbicî nekrina biryarên berprisên rejîmê bûye  sedem ku  baweriya xelkê bi rayedar û berpirsên rejîmê nemîne.