Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ di civîna Partiya Sosyal Demokrat a Bulxaristanê de beşdarî kir

12:54 - 12 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Nûnerê PDKÎ li ser daxwaza  fermî ya Partiya Sosyal Demokrat ya welatê Bulxaristanê, di civîneke aborî  de, ku ji aliyê vê Partiyê ve pêk hatibû beşdarî kir.

Roja Şemî 9`ê Hezîrana 2018`an, “Partiya Sosyal Demokrat” ya welatê Bulxaristanê civînek di bin navê aboriya welatê Buxaristanê û pêwendî digel dunyaya derve û binbirikirina gendeliya siyasî û aborî, di bajarê “Sofia” a paytexta vî welatî de bi rê ve bir.

Di vê civînê de, seyîd “Hişmet Husêynî”, nûnerê PDKÎ yê di vî welatî de, li ser daxwaza fermî a vê partiyê beşdarê vê civînê bû.

Di vê civînê de, balyozên welatên  Ewropî, nûnerên partiyên Sosyal Demokrat yên Ewropî weke, “Victor Ponta” serokwezîrê berê yê welatê Romanyayê, “Uên Înçêr”, sekreterê navneteweyî yê Partiya “Sosyal Demokrat” ya Swîdê û zêdeyî 80 nûnerên partî û saziyên siyasî û aborî  yên welatê Bulxaristanê, beşarê vê civînê  bûn.
Partiya “Sosyal Demokrata ya welatê Bulxaristanê”, endama saziya  Sosyalîst Enternasyonal û yek ji partiyên bandordar yên welatê Bulxaristanê ye.