Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ di konferansa Navenda Lêkolînê ya Ewropayî de beşdarî kir

12:01 - 23 Adar 2019

Kurdistanmedia: Nûnerê PDKÎ li Yekîtiya Ewropayî, di konferansa pêdaçûn li dîtingeha Yekîtiya Ewropayî, yên derheq kirîz û aloziyan de, beşdarî kir.

Li gorî rapora Nûçegihaniya “Kurdistanmedai”yê, roja Duşemî û Sêşemî, 27-28`ê Reşemehê, Hisam Destpîş nûnerê PDKÎ di konferansa Navenda Lêkolînê a Ewropayî de beşdarî kir, ku ev konferans li ser “pêdaçûnên dîtingehên Yekîtiya Ewropayî yên derheq kirîz û aloziyan de pêk hatibû”.

Navenda Lêkolînê a Ewropayî, lêkolînek bi alîkariya Yekîtiya Ewropayî, derheq  bi çavaniya mi`amilekirina digel kirîz û aloziyan birêvebir, û naveroka konferansê derheq rewşa welatên wekî rewşa Îraq, Efxanistan di Rojhilata Navîn de, û herwisa Malî û Sengal û Aferîka hatibû lidarxistin.

Ev lêkolîn bi alîkariya komek ji navendên welatên coda hatibû lidarxistin,  ku yek ji van, “Navenda Mêrî” li Başûrê Kurdistanê bû.

Di encama  du rojên nîqaşkirina li ser mijaran, lîkolîna komek ji pêşniyaran bo Yekîtiya Ewropayî bû, û bo vê ku di beşên derve de pêrwî pê  bênkirin .

Yek ji van guherîna dîtingeha Yekîtiya Ewropayî, derheq  bi armancên girêdayî  bi civakan  heya ekter û bandorên diyarîkirî yên wê civakê ye.