Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ li DYA di derbarê rewşa Yarsanên Îranê de civînek pêk anî

11:02 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê serdana ofîsa Sênator Birantî kir û bi Alîson Feykês berpirsê karûbarên derve ên vê ofîsê re civiya.

Civîn roja duşemiyê 3`ê Pûşperê hate encamdan û tê de di derbarê siyaseta derve a Îranê de û li ser riftara PDKÎ bi mijarê re û rewşa oldarên Yarsan li Kurdistana Îranê hatin gotûbêjkirin.

Areş Salih nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Amerîkayê got ku DYA her siyasetek li hemberî Îranê hebe, dikare bi alîkariya neteweyên bindest, piştevaniyê ji bo siyasetên xwe bi dest bixîne.

Got jî ku baweriyeke kûr a neteweya Kurd li Kurdistana Îranê bi demokrasiyê heye û dikarin weke Kurdên beşên din ên Kurdistanê, di mijara siyasetên DYA de li navçeyê alîkar bin.

Areş Salih bal kişande ser çalakiyên Sênator Birant di mijara azadiyên olî de li Îranê û got ku oldarên Yarsan li Îranê du caran zêdetirî oldarên kêmîneyên din ji aliyê rejîmê ve rastî tepisandinê hatine. Carekê ji ber ola xwe a kevnar a Kurdan û carekê jî ji ber ku çanda xwe a Kurdî parastine. 

Navbirî got jî ku em ji Sênator Birant dixwazin dengê qutkirî ê xelkê Yarsan guhdarî bike û alîkar be da ku li wî welatî û li tevahiya cîhanê dengê wan bê bihîstin.

Salih herwisa daxuyand ku DYA, Îranê tenê ji dîtingeha gelê piranî û guhertinên wan ve dibîne. Ev jî wê di ziyana DYA de be ji ber ku Amerîka wê demê nikare vî welatî baş nas bike û di encamê de siyasetên wan li hemberî Îranê nikarin di asteke rastîn de û li gor rastiyên siyasî-civakî ên Îranê bin.

Di dawiyê de jî tekez kir ku faktera Kurdan li Rojhilata Navîn û li Îranê bûye faktereke xwedî bandor. Lewma jî divê DYA di dema rêkxistina siyasetên xwe de li Rojhilata Navîn li vê fakterê jî bifikire.