Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ li “Eu” di gel Endamekî Parlemana Ewrûpayê kombû

13:09 - 20 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Nûnerê PDKÎ li EU, di çarçoveya peywendiyên dereweyî welat de, di gel “ Natan Gîl”, endamê Parlemana Ewrûpa, ciwiya.

Ew Hevdîtina li roja Sêşemî, 23`ê Rezberê, bi amanca tekesî li ser rewşa mafê mirov li Rojhilata Kurdistanê, hatibû rêxistin.

“ Hisam Destpîş”, nûnerê PDKÎ di Yêkitiya Ewrûpayê de, bi zaniyarî û belgeyan, binpê kirina mafê mirov ji aliyê komara Islamî ve, xiste ber çavê “ Natan Gîl”, endamê Parlemana Ewrûpa û endamê komîsiyona mafê mirov a Ewrûpayê û daxwaz jê kir ku di civîna wê carê a Parlemana Ewrûpayê de, bila tekesî li ser rewşa mafê mirov li Kurdistana Rojhilat bête kirin û bila bibe mijarek ji basa Parlemana Ewrûpa.

“ Destpîş” di vê hevdîtinê de, komek ji mijarên weke “ zîndaniyên siyasî”, “li sêdaredan”, “kuştina Kolberan” û milîtarîze kirina Kurdistana Rojhilat, anîne ber bas.

 di vê hevdîtinê de her wisa tekesî li ser dosyên “ Zara Mihemedî”, mamostaya xwebexşe zimnê Kurdî û “ Mihemed Nezerî”, zîndaniyê Siyasiyê Kurd kir.

Di vê çarçowê de, “ Natan Gîl”, soz da ku di programa tê a komîsiyona mafê mirov de, van mijaran berçav bigire û her wisa bo bandor xistina li  ser pişka karên dereweyê Yêketiya Ewrûpa” EEAS”, dê hevkariya hev bikin.