Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerên Meclisa rejîmê, gendel û dizên herî mezin in

12:46 - 5 Tebax 2019

Kurdisanmedia: Nûnerên Meclisa rejîmê ku rojekê çi çinebûn, çawan nişkêve dibne milyardêr?

Dizî û gendelî seranserê berpirsên rejîmê girtiye, niha bona rikeberiya dizya zêdetir kevtine dijayetiya hevdu û dizî û gendeliyê li ser hevdu eşkere dikin.

Serokê komîsyona esla 90 li Meclis û di gera 6`ê de ragihand, dema ku nûnerên meclisê bi rêya Şêvra nigehban ve diçne meclisê û dibne nûner, bê guman ew bxwe nûnerê xelkê nizanin.

Nûnerên meclisê tenê bona dewlemend bûna xwe dixwazin bibine nûner. Ew nûnerên ku berî çûna meclisê çi çinebûn, çawane nişkêve dibne milyardêr? Yan zarokên wan mijûlê çendîn şuqilanin, di demekê de ku betalî di welat de bêdadiyê dike.

Tenê nûnerê meclisê rastî gendelî û rantxwariyê nebûne, belkî hemû berpirs û demûdezgehên rejîmê jî, di gendeliyê de bat bûne.

Ensariyê Rad ku demekê bixwe nûnerê meclisê bû, dibêje hiqûqê mehaneye nûnerê meclisê her li destpêkê heta dawiyê li serhev nake milyardek, lê em dibînin ku kê gihîşte meclisê dest bi cî dibe milyardê.

Dizî û gendelî di nava deshilatdarên rejîmê de bi qasekêye ku êdî bixwe gendeliyên yektir eşkere dikin.