Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

NY rewşa mafê mirovan rexne kir

12:31 - 16 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Komîteya Sêyem ya Civata Giştî ya NY bi derkirina biryarnameyekê rewşa nebaş û xirab ya mafê mirovan di Îranê de bi tundî rex ne kir.

Di vê biryarnameyê de tevî îşarekirina bi raporên berpirsê giştî ê NY û reporterên taybetî ê mafê mirovan, bas ji zêdebûna serkuta neraziyan, rojnamevanan û bikarhînerên torên civakî ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye kirin.

NY di vê biryarnameyê de ku bi 85 dengên erênî hate pejirandin, di hemberî zêdebûna amara bidarvekirina kesên ku temenê wan negihaye asta yasayî nîgeraniya xwe nîşan da.

Îşkenceya girtiyan, destbiserkirina serberedayiyane, gefxwarina li çalakên mafê mirovan, û sînordarkirina azadiya ramanê ji wan xalan in, ku di vê biryarnameyê de îşare bi wan hatiye kirin. Evane mînaka berçav ya binpêkirina yasayên navneteweyî ji aliyê rejîma Îranê ve ne.

Vê komîtê di vê biryarnamê de herwisa îşare bi ferq û cudahîdanîna di hemberî jinan û kêmaniyan de jî kiriye.