Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ola behayiyan di Îranê de rastî bêrêziyan tên

12:16 - 15 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê givaş xistiye li ser kêmaniyên olî û bêrêziyê ji wan re dike.

Pêka raporên belavbûyî, rejîma zordar ya Îranê, di heyama çend rojên derbasbûyî de, givaş xistiye li ser kêmaniyên olî û ji wan re bêrêzî dike.

Hêzên tepesekar ê rejîmê dadidne ser mal û cihê kar ê oldarên Behayî û di heyama heftiya derbas bûyî de, 7 kes ji bawirmendên olî ên Behayî di bajarên Îranê de hatine desteserkrin.

Herwisa di çendîn bajaran de hêzên rejîmê tirb û goristanên bahayiyan herifandine û xirab kirine.

Hêzên rejîma dijî mirov heta rehim bi pîr û kalên Behayî jî nekirine û êrîş kirine ser mala kalan û daxistin.

Behayî di bajarên cuda ên Îranê de dikevne ber êrîşê û têne desteserkirin û mal, dukan û cihên kar ê wan têne nahewdanê û tiştên wan ên şexsî jî, ji xwe re xwe dibin.

Civata cîhanî a Behayîyan li derbarê givaşa xistin bo ser oldarên behayî, nîgeraniya xwe daye xuyakirin.

Ew givaşên li ser Behayîyan, li bajarên wekî: Sine, Îsfehan, Şîraz, Tehran, Tewrêz û…hwt bûye û dehan kes kevtine ber givaşê û hatine desteserkirin.

Kêmaniyê olî û bi taybetî oldarên Behayî berdewam di jêr givaş û tepeseyîya rejîma Îranê de bûne, û niha dehan rêber û zanayên wan di hepsê de ne û cezayê giran bi ser wande hatiye sepandin.