Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlementoya YE rewşa Efrînê gotûbêj kir

14:29 - 7 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Efrîn bû mijara civîna parlementoya YE, û pêşniyara diyarîkirina Efrînê wekî herêma dijîfirîn hate dayîn.

Berpirsa Siyaseta Derve ya YE “Federîca Mogherînî” di vê civînê de bal kişande ser zêdebûna binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê, û girtina rojnamevanan, dijberan û alîgiriya dadgeriyê.

Mogherînî destnîşan kir ku divê Tirkiye li şûna Kurdan, berê xwe bide rêxistinên terorê.

Piştî axaftina Mogherînî, bi dehan parlamenterên ji komên cuda mafê axaftinê girtin û hema bêjin hemû parlamenter li ber dagîrkirina Efrînê rabûn û xwestin, li dijî komkujiya sivîlan hewl bê dayin.

Ji Partiya Muhafizekar a Îngilîzê “Charles Tannock” destnîşan kir ku Tirkiye bi Erdoxan re ti carî nikare bikeve nava Yekîtiya Ewropayê de, û nerazîbûn nîşan da ku şervanên Kurd ên li dijî DAÎŞ\'ê têdikoşin, weke “terorîst” bêne binavkirin.

Ji Swîdê parlamenter “Bodil Valero” xwest ku çek bi Tirkiyê nehêne firotin.

Ew civîna di demekê de bû ku eva du roj bûn balafirên arteşa Tirkiyê di esmanê Efrînê de wekî rojên borî xûya nedikirin, û basa vê heye ku Rûsiyê piştî vê ku balafira wan ji aliyê opozisyona Sûriyê ve hate hingavtin û balafirvanê wan canê xwe ji dest da, hişdarî dabe Tirkiyê, ku nabe balafiran di şer de li dijî Efrînê bi kar bîne.

Herçend ku berdevkê hikûmeta Tirkiyê ret kir ku li ser gefên Rûsiyê biryareke weha hatibe girtin.

Ji aliyekî din ve biryar e ku Tîlirson serdana Tirkiyê bike û vê mijarê ku bûye sedema sarbûna pêwendiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de gotûbêj bikin. Bi taybetî derheq hebûna hêzên Amerîkayî li Minbicê û piştgiriya wan ya locistîkî ji Kurdên Rojavaya Kurdistanê.