Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiya Yekîtiya Demokratîk û PDKÎ civiyan

17:12 - 22 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Şandeke Partiya Yekîtiya Demokratîk û PDKÎ derheq cih û pêgeha Kurd axavtin.

Roja Sêşemî 31`ê Banemera 1398`an, Partiya Yekîtiya Demokratîk “PYD” bi serokatiya Silêman Elî Ereb, nûnerê “PYD” li başûrê Kurdistanê, serdana Dezgeha pêwendiyên PDKÎ kir.

Nûnerê “PYD”, ji aliyê heyeta PDKÎ bi serperestiya Mihemednezîf Qadirî, berprisê Dezgeha Pêwendiyên giştî yên PDKÎ pêşwazî ji van hate kirin.

 Di destpêkê de, Mihemednezîf Qadirî, tevî xêrhatin gotina mêhvan, baseke giştî derheq guherînkariyên dever û cih û pêgeha Kurd derheq rewşa niha û paşerojê axavt.

Herdu aliyan tevî şirovekirina rewşa Kurd di Rojhilat û Rojavaya Kurdistanê de, derheq girîngîbûna alîkariyên hêzên siyasî yên van du parên Kurdistanê û parastin û yekrêzî û berjewendiyên neteweyî lipêyxema armancên hevpar pêdagîrîkirin.

Piştre, Silêman Elî Ereb, axavtineke tijî derheqq rewşa Rojavaya Kurdistanê, piştî serhildana xelkê Sûriyê û hatina gore a şerê navxwey û serîrakirina girûpên terorîstî yên wekî “DAÎŞ” û berxwedaniya ciwanên Kurd di vê beşa Kurdistanê de pêşkêş kir, û herwisa navbirî bas ji vê jî kir ku: Ezmûnên rojavayê destkevitike bo hemû parçên din yên Kurdistan û hewcehiya piştevanîkirin û dilsozkirin bo hemû hêzên siyasî yên Kurdistan li hemû parçan de heye.

Di dawiya vê civînê de, herdu aliyan derheq hewcebûn alîkariyên du aliyan tekez kirin.