Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Partiyên siyasî, demokrasî û hilbijartin (Serbest Urmiye)

13:42 - 29 Nîsan 2013

Serbest Urmiye

Demokrasî di kiryar de tê wateya beşdarî û hevrikiya hin aliyên siyasî û hin berjewendiyên ku hatine rêkxistin bi merema bidestveanîna desthelata siyasî û birêvebirina welat li gor siyaset û helwestên her yek ji wan aliyên siyasî.Di vê rewşê de partiyên siyasî û hilbijartin navenda bingehîn a demokrasiyê pêktînin. Li gor hizra pianiya xwedî ramanên qada demokrasiyê, demokrasî di herî dawiyê de xêncî rikeberiya partiyên siyasî tu tiştek nine û hilbijartin jî dûr ji milmilanêya partiyên siyasî çi wateyekê nade.
Di sîstemêm demokratîk de hakimiyet ji gel re hatiye dan û di rêya hilbijartina nûneran ve bi awayê nerastewxwe dimeşe. Ji bo hilbijartina nûneran hewce ye hilbijartin were kirin. Bi li berçavgirtina vê hindê ku di demokrasiyê de hilbijartin bi esleke girîng ji bo hakimiyeta gel hatiye nasandin, ev pirsiyar li cem mirov çêdibin ka gelo giringiya partiyên siyasî di hilbijartin û demokrasiyê de çiye? Pirsek din eva ye ka partiyên siyasî çi dikarin bikin?

Maks wêber, partî anku rêxistinê wiha dide zanîn:partî yan rêxistinên siyasî civatek in ku li ser esasê lihevhatinên fermî û azad ku mebesta wan gihştin bi desthilatê, armancên diyarî kirî û bidestxistina destkewtên maddî ji endamên xwe re ye:
Di aliyêke din ve Lapalimbara û wayner partiyên siyasî di sê taybetmendiyên han de dibînin:

1_ Hebûna rêkxistinê: divêt ku partî xwediyê rêkxistinê bin da ku bibe sedema vê çendê ku berdewamî û temenê dirêjiya partiyan ne girêdayî be bi damezrînerên wê ve.
2_ Hebûna liq û tayên cuda di seranserî welat de: hebûna liqên partiyan di seranserî welat de dibe sebeb ku peywendiyên zêde tevî gel çêbin û partiyên siyasî weke rêkxistinên navbera gel û dewletan de bikarin herî zêde ji xwestek û hewcehiyên gel fêm bikin û bigihînin guh dewletê.
3_Îdareya birêveberan di rêya bidestxistina desthilatê de: di bingeh de bidestxistina desthilatê yek ji taybetmendiyên sereke yên partiyên siyasî ye ku dibe sedema peydabna cudahiyan di navbera partiyên cur bi cur de. Dibe ku di pirsa desthilatê de were gotin ku dibe bidestveanîna desthiltê armanca partiyên siyasî be û pilan û siyasetên wan emraz bin bo gihîştin bi desthilatê. Di aliyêke din de berewajî tê gotin yanî renge bername û siyasetên bilind ên partiyan armanca sereke were danîn û desthilat bibe alavê birêvebirin û cihgîrkirina siyasetan.
4_ rakişandin û wergirtina dengê gel: her partiyeke siyasî ji bo wergirtina desthilatê, hewce ye ku têkeva qada hilbijartinê da ku dengê gel wergire û li ser kursiyên desthiltê peya be.
Di bersiva pirsiyara xwe ya duyemîn de ku hatibû ka gelo partiyên siyasî çi dikarin bikin? Piraniya zaneyên warê siyasetê kiriyarên partiyên siyasî di van çend xalên jêrîn de bas dikin:
1_ siyasî kirina civakê, bi vê wateyê ku partiyên siyasî norm, buha û rûyê siyasetê hînî xelkê bikin. Bi vî awayî çanda siyasî di welat de geşe dike û bide sedem ku xelk zedetir beşdarî pêvajoyên siyasî bin. Beşdariya zêdetir a welatiyan di rastî de asta meşroîyeta hilbijartinê û sîstema siyasî bilind radigire.
2_ rolekî din ya partiyn siyasî rêkxistin û serûbesr kirina dengê welatiyan e. Heke partiyên siyasî nebin gel yek û yek nikarin tevî dewletê peyvendiyê cêbikin û xwestek û bîr û ryên xwe bi dewletê re bînin ber bas.
3_ rêxistin û formolkirina bîr û rayên giştî, bîr û rayên giştî nêrîn, nirx û buha û baweriya giştî ya xelkê li xwe digire. Heke em bêjin ku di demokrasiyê de bîr û rayên giştî bandorê dixin ser biriyarên siyasî yên welat, di vir de partiyên siyasî dikevin hewil û tekoşînê da ku raya giştî bo aliyê xwe rakîşin û bi vî rengî bigihîjin berjevendî û armancên xwe.
4_ danîn û diyarîkirina beredamêm hilbijartinê, di her welatekê de ku partiyên siyasî yên bihêz tê de hebin, hertim hilbijartinana berendaman di rêya partiyên siyasî ve ye. Lê di welatên ku sîstema partî û rêkxistinên siyasî tê de lawaz be yan tunebe, her kes serbixwe dibe namzed û dikeve qada hilbijartinê.
5_ hêsan kirin û ronvekirina biriyarên parlemanê, bi li berçavgirtina vê çendê ku siyasetên bilind ên welat partiyên siyasî diyarî dikin. Helwestên wan jî di warên cur bi cur de eyanin û di dema biriyar danê li dor pirsan di rêya nûnerên wan ve baştir helwesta xwe eşkere dibin. Di aliyeke din ve bir û rayên nûneran bi qasê takekesan nine, belku bi qasê hebûna radeya partiyên siyasî ye. Renge hevalbedî di navbera partiyan de pitir be heta di navbera takekesan de. Di rastî de ev kiriyara rêkxistinên siyasî bibe hêvênê çalakkirina parlemanê.
Peyvendiya di navbera partiyên siyasî û hilbijartinê de

Piraniya zaneyên siyasî di vê baweriyê de ne ku têkiliyeke pirr nêzîk di navbera partiyên siyasî û hilbijartinan de heye û partiyên siyasî hilbijartinê diwelitînin. Heke sîstemêm hilbijartinê tuneban, desthilat ji desthilatdaran ve nediket destê nûnerên xelkê .
Partî û rêkxistinên siyasî dikarin bi hebûna bername û siyasetên eşkere û diyar ku tê de him berjevendiya wan û him jî berjrvendiya welatiyan hatibe destnîşankirin, tevlî hilbijartinan bibin û heta dikarin gel jî han bidin ku beşdarî hilbijartinn bibin. Bi vî awayî tê gotin ku di navbera partiyên siyasî û hilbijartinê de peyvendiyên gellek nêzîk hene. Di aliyeke din ve hebûn û beşdariya partiyên siyasî di hilbijartinan de nîşaneya hebûn demokrasiyê ye di welat de.
Gelo bi li berçavgirtina wan hemû gotinan ka em bizanin rewşa hilbijartin û partî û rêxistinên siyasî di Îranê de çawa ye?
Di îranê de raste ku navenda biriyar danê heye û nûnerên gel tê de dixebitin. Lê desthilat hertim ya xwedê ye û dibe ku di destê nûnerê xwedê anku Weliyê Feqîf de be. Wate hemû biriyar û yasayek ku ji liyê nûnerên gel gel ve tên pesend kirin, heke li gor dilê wî nebin dikevin qada dijberiya xwedê û bi tu awayê nahên qebûlkirinê.
Di aliyeke din ve tê gotin ku hebûna partiyên siyasî nîşaneya demokrasiyê di welat de ye û di rastî de tu rêxistinek siyasî li gor wan pîvanên ku me gotî di Îranê de derfeta çalakiyan nînin. Bo mînak tim partiyên siyasî yên kurdistanê û yên neteweyên din ên Îranê ku sekolar û demokrat in li cem sîstema Welayeta Feqîh dijberî xwedê hatine îlan kirin û ne tenê derfeta çalakiyên siyasî di nava axa welêt de ninin, heta li derweyî welat jî hertim dikevin ber kerb û kîna rêberên Komara Îsalamî. Bo selimandina gotinên xwe, em pêvajoya terorên rêberên bizava rizgarîxweziya kurdistan û endamên rêxistinên opozîsiyoên din û kesayetiyê azadixwaz bi mînak tînin.
Ji ber nebûna derfetê ji partiyên siyasî re, ,amzedên hilbijartinan di rastî de dibe yên ser bi desthihata Welyeta Feqîh bin û weke takekes dikevin qada hilbijartinê û ev jî divêt ku di hin safiyên rejîmê de derbas bibin heta mafê namzediyê di hilbijartinê de werbigirin. Ji bilî vê çendê bidestxistina dengê gel jî ne pir hêjaye, belku divêt ku piştî tevabûna hilbijartinê cardin ji aliyê rayedarên Welayeta Feqîh anku Şorayê Nigehban ve bo cara duyemîn werin pesend kirin. Di vir de dengê piraniya welatiyan car din divêt bikeve ber dengê taqimekî 12 kesî ku 6 ji wan rastewxwe ji aliyê rêberê Komara Îslamî ve hatine diyarî kirin. Yanî anîna dengan bi her radeyekê be nahê wateya serkevtine, heke ew taqime pesend neke.