Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pasdarên rejîmê serdana çiya û deverên Kurdistanê dikin

17:48 - 10 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Piştî vêdebirina fermanderê besîcan yê bajarê Serdeştê, di rêûressmekê de, komek li endamên Spaha Pasdaran serdana sînorên Kurdistanê kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî 19`ê Cozerdana 1398`an, Mihemed Pakpûr fermanderê hêza bejay yê rejîma Îranê, û Mihemedteqî Usanlû fermanderê Biryargeha Hemze ya Seyîdûllşuheda û Pasdar Şasiwarî fermanderê Spaha Şuheda  li bajarê Urmiyê, piştî vêdebirina Efşîn Keremî û danîna Hucet Bextiyarî wekî fermanderê besîc yê wî bajarî serdana sînorên Kurdistanê kirin.

Wî berpirsê leşkerî yê rejîma Îranê, di gel Qurbanî fermanderê Gurdana Nebî Ekrem û Welîzade fermanderê Gurdana Hemze, bihevre serdana sînorên Kêleşîn, Bolfet û Qasimereş, Deşta Weznê, Casûsan, Bendenî Kotral û cîhên din kirin.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê di vê pêwendiyê de wiha ragihandiye, wisa xuyaye ku bi merema cêhgîrkirina hêz û çêkirina binkeyên leskerî li tirsa hebûna Hêza Pêşmergê Kurdistanê, di deverê de be.

Herwisa nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê gotiye: Li roja Şemiyê şûnda hêzên Spaha Pasdaran li bajarê Serdeşt û derdorê bi tevahî li amadebaşiyê de ne. 

Li gorî zanyariyan biryar wisaye ku, Fermanderê hêzê bejay yê rejîma Îranê, serdana sînorên bajarê Şino û Pîranşar jî wê bike.

Cihê basê ye ku, Mihemed Pakpûr digel hejmarek Pasdarên din ên rejîmê roja Înê 17`ê Cozerdanê, serdana çiyayê Şaho li bajarê Kamyaran û çiyayê Kosalanê kiribûn.